Komên Filistînê biryara derengxistina hilbijartinan red kir

Hin komên Filistînê biryara serok Mehmûd Ebas a derengxistina hilbijartinan red kir. Her wiha bang kirin ku beyî destûra Îsraîlê Qudsê tev li hilbijartinan bikin.

Komên Filistînê biryara derengxistina hilbijartinan red kir
30 nîsan, 2021   08:56
XEZA

Piştî ku serok Mehmûd Ebas derengxistina hilbijartinan ku dihat payîn di 22`yê Gulanê de werin lidarxistin ragihand, komên Filistînê biyara Mehmûd Ebas a deregxistina hilbijartinan red kir û bi daxuyaniyên cuda deregxistin wek serîtewandina ji dagirkeriyê re û serweriya Fetihê li ser çarenûsa filistîniyan û doza Filistînê, bi nav kir.

Tevgera Hemasê di daxuyaniya xwe de got: “Biryara tevgera Fetihê û desthilatdara Filistînê ku birêz Mehmûd Ebas serokatiya wê dike ya derengxistina hilbijartinan, cihê mixabiniyê ye. Tevgera Fetih û hikumeta Filistînê berpirsên vê biryarê û encamên wê ne. Ev yek li ser xeta hevkariyê û lihevkirinên nîştimanî derbeyek e û nabe ku rewşa nîştimanî û erêkirina gel bi ajandeyên komekê ve werin girêdan.”

Hemasê wiha daxuyaniya xwe domand: “Gelê me yê li Qudsê îsbat kir ku dikare vîna xwe li ser dagirkeran ferz bike. Ew dikare hilbijartinan li dar bixe.”

Li aliyekî din ji fermandarên tevgera Cîhada Îslamî Xidir Hebîb got: “Derengxistina hilbijratinan bi redkirina Îsraîlê ya lidarxistina hilbijartinan li Qudsê ve ne girêdayî ye. Lê belê hikumet ji tirsa ku hinek komên berxwedanê yên ku projeya Osloyê red dikin bigihêjin desthilatê, naxwaze hilbijartinan li dar bixe. Her wiha Eniya Gel a Rizgakirina Filistînê, gelek lîsteyên serbixwe û Şepêla Tevgera Fetih a bi pêşengiya Mihemed Dehlan ragihand ku ew biryara taloqkirinê red dike.“

Dihat payîn ku hilbijartinên Filistînê li ser 3 qonaxan; yên parlamentoyê di 22`yê Gulanê de, yên serokatiyê di 31`ê Tîrmehê de û hilbijartinên Meclisa Nîştimanî di 31`yê Tebaxê de bên lidarxistin.

Lê belê serok Ebas êvara pêncşemê di xîtaba xwe ya li avahiya serokatiyê de li Remallahê beriya civîna komîteya rêveber a Rêxistina Rizgarkirina Filistînê ji bo diyarkirina çaranûsa hilbijartinên Filistinê, ragihand ku Îsraîlê der barê lidarxistina hilbijartinan li Qudsê de bi hinceta tunebûna hikumeta Îsraîlê, bersiv nedaye.

(şx)