Piştî derxistina çeteyên Dîfaa El-Wetenî jiyan li taxa Teyî aram bûye

Piştî ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 26`ê Nîsanê de çeteyên Dîfaa El-Wetenî ji taxa Teyî derxistin, şêniyên taxê vegeriyan malên xwe û jiyana li taxê astayî bûye.

Piştî derxistina çeteyên Dîfaa El-Wetenî jiyan li taxa Teyî aram bûye
Piştî derxistina çeteyên Dîfaa El-Wetenî jiyan li taxa Teyî aram bûye
Piştî derxistina çeteyên Dîfaa El-Wetenî jiyan li taxa Teyî aram bûye
Piştî derxistina çeteyên Dîfaa El-Wetenî jiyan li taxa Teyî aram bûye
Piştî derxistina çeteyên Dîfaa El-Wetenî jiyan li taxa Teyî aram bûye
Piştî derxistina çeteyên Dîfaa El-Wetenî jiyan li taxa Teyî aram bûye
Piştî derxistina çeteyên Dîfaa El-Wetenî jiyan li taxa Teyî aram bûye
30 nîsan, 2021   01:34
QAMIŞLO-YARA MIHEMED

Li taxa Teyî dikandar û dermanxaneyan deriyên xwe li pêşiya welatiyan vekirin. Têkildarî mijarê Mistefa El-Elî ku ew jî welatiyekî taxê ye got, hevgirêdana welatparêziyê ya di navbera şêniyên herêmê de rê li pêşiya fitneya ku hin aliyan dixwestin derxînin, girt.

/kr/uploads/files/2021/04/29/205220_-.webp

Mistefa El-Elî destnîşan kir ku hin alî pê re axivîbûn û jê re got ku mal hatine dizîn, lê El-Elî da zanîn ku malên wan wekî xwe mabûn û tu zirar negihaştibûn malên wan.

Li aliyekî din jî welatiyê bi navê Îbrahîm Emdûş diyar kir ku garantiya ewlehî û aramiyê ji bo welatiyan ji faktorên sereke ne û got: "Niha jiyan asayî ye, me dikanên xwe vekirine û malbatan jî dest bi vegera li malên xwe kiriye."

Îbrahîm Emdûş got piştî ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn çeteyên Dîfaa El-Wetenî ji taxa Teyî derxistin, yekser li taxê xebatên xizmetguzariyê hatin destpêkirin.

Der barê vê yekê de Şaredariya Gel û saziya kehrebê yekser torên kehrebê yên ku ji ber şer zirar dîtibûn, sererast kirin û dest bi hemleyên paqijkirinê kir.

/kr/uploads/files/2021/04/29/205301_-.webp

Ebas El-Mixlif ku ew jî ji taxa Teyî ye, axivî û îşaret pê kir ku di dema serweriya çeteyên Dîfaa El-Wetenî de her tim tax ji xizmetguzariyê bê par dima û got: "Em dixwazin bi aştî û biratî bijîn,  tu cudabûn di navbera Kurd, Ereb de tune ye, heta di navbera Bûzî û Xiristiyan de jî tune ye." Ebas El-Mixlif di dawiyê de spasiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir.

Welatiyê bi navê Yusif Ebo Mixlif jî axivî û got ji beriya 4 heta 5 salan ve wî depoyeke gazê bi dest nexistiye, sedema vê jî siyaseta keysbazî dizî û talankirinê ya ku ji aliyê çeteyên Dîfaa El-Wetenî ve dihat meşandin bû û got, piştî Hêzên Ewlekariya Hundirîn derbasî taxê bûn, ew bi aramî, ewlehî û aştî dijîn.

Saziyên Rêveberiya Xweser, jê saziya Kehrebê, tenduristiyê, şaredarî û avê xizmetan ji taxê re pêşkêş dikin û Rêveberiya Xweser hewl dide hewcedariyên şêniyên taxê dabîn bike.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/lLTNIhKOjZg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>