​​​​​​​Artêşa Tirk a dagirker gundekî Minbicê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Hoşeriyê yê Minbicê bi dijwarî giran topbaran dike.

​​​​​​​Artêşa Tirk a dagirker gundekî Minbicê topbaran dike
29 nîsan, 2021   20:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ku li ser malpera xwe ya fermî belav kiriye, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundê Hoşeriyê yê bakurê rojhilatê bajarê Minbicê bi çekên giran, sivîk û navîn topbaran dikin.

Li gorî daxuyaniyê 4 top li gundên tije şênî ketin.

ANHA