Hevgirtina pêkhateyan planên çeteyên Dîfaa El-Wetenî vala derxistin

Hevgirtina Kurd, Ereb, Suryan û tevahî pêkhateyên herêmê ya di bin banê Rêveberiya Xweser de planên çeteyên Dîfaa El-Wetenî yên kişandina herêmê ber bi şerekî navxweyî ve, têk birin.

Hevgirtina pêkhateyan planên çeteyên Dîfaa El-Wetenî vala derxistin
30 nîsan, 2021   00:41
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHEMED

Hikumeta Şamê gelek caran bi rêya çeteyên xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl da ewlehî û aramiyê derbe û nakokiyên mezhebî û etnîkî derxîne. Lê hevgirtin û yekitiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di parastina herêmê û birêveberiya projeya Rêveberiya Xweser de tevahî hewldanên wan têk birin û ya dawiyê jî rizgarkirina taxa Teyî bû.

Bi destpêkirina krîza Sûriyê re, hikumeta Şamê yekser pişta xwe da milîs û çeteyan ku berê amade kiribûn ku li hember sûriyan bisekinin. Armanc ji vê yekê derxistina fîtne û nakokiyên mezhebî û etnîkî ye ku sûdê di desthilatiya xwe de wergire.

Ji wan milîs û çeteyan, çeteyên Dîfaa El-Wetenî ne û ji bo nixumandina li ser sûcên ewlehiyê yên girêdayî hikumeta Şamê ku li dijî sûriyan pêk anîne, hatin avakirin. Hikumeta Şamê cara yekemîn bi destpêkirina Serhildana Qamişlo ya 2004’an de ev çete bi kar anîn.

Bi destpêkirina krîza Sûriyê re, çeteyên Dîfaa El-Wetenî li herêma Cizîrê çalak bûn û girîngiya çalakiyên wan di gelek nuqteyên li nava bajarên Hesekê û Qamişlo de bûn. Çeteyên Dîfaa El-Wetenî li çargoşeya ewlehî ya li naverasta bajêr, taxa Xiwêran û taxa Neşwa de bûn, li Qamişlo jî li Nexweşaxaneya Wetenî ya Kevn, Gerînendetiya Rewşên Sivîl, balafirgeh, taxa Teyî û hin gundên başûr bûn.

Şêx eşîra El-Bûsibêi, Zuhêr El-Mişel El-Ecrawî wiha got: "Saziyên ewlehiyê yên girêdayî hikumeta Şamê çeteyên Dîfaa El-Wetenî ji bo çewisandina şêniyan ava kirin. Armanc jî ew bû ku fîtneyê di navbera pêkhateyan de çêkin, sûdê jê wergirin û şerekî navxweyî di navbera şêniyên herêmê de derxîne, her wiha da şênî xwe bi xwe bi rê ve nebin."

Van çeteyan her tim bi fermanên ji efserên hikumeta Şamê ewlehî û aramiya herêmê derbe dikir, mayîn li herêmên Hêzên Ewlekariya Hundirîn diteqandin, ciwan digirtin û neçarî leşkertiyê dikirin, sivîl direvandin, fîdeya dixwestin û gendelî li herêmên di bin serweriya xwe de belav dikir.

Li aliyekî din jî şêxê êla El-Neîm Ebdurehman El-Cedoi behsa hewldana hikumeta Şamê kir û wiha got: "Hikumeta Şamê xwest bi rêya çeteyên Dîfaa El-Wetenî nakokiyan di navbera civaka Sûriyê de derxîne. Ji lew re ew li gelek herêmên Cizîrê, mîna Hesekê û bi rêxistin kirin."

Piştî ku pêkhateyên herêmê di 2014’an de Rêveberiya Xweser ragihand, tevgerên çeteyên Dîfaa El-Wetenî li gorî berjewendiyên hikumeta Şamê zêde bûn. Bi wê re eşîrên Ereb li dijî kurdan bi kar anî ku fîtneyê di navbera pêkhateyan de çêkin.

Tevî wan hemû hewldanan, çeteyên Dîfaa El-Wetenî nikarî armancên xwe li Hesekê û Qamişlo bi cih bianiya, berovajî wê herêmên di bin serweriya wê de, ketin bin kontrola Rêveberiya Xweser û hêzên wê yên leşkerî û ewlehî, mîna çawa di Tebaxa 2016’an de û taxa Teyî di vê dawiyê de ketin bin kontrola wê.

El-Cedoi wiha domand, hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî wan hewldanan, armanca kişandina herêmê ber bi şerekî navxweyî ve têk birin û wiha pê de çû: "Çawa ku hikumeta Şamê û Dîfaa El-Wetenî di taxa Xiwêran de têk çûn, îro jî di siyasetên xwe yên li taxa Teyî de jî têk çûn."

El-Cedoi wiha li gotina xwe zêde kir: "Di her du taxan de çete û siyasetên wê li wê vegerîn. Ev tax bi hevgirtina pêkhateyan hatin rizgarkirin. Tevahî hewldanên çeteyan derbekirina Rêveberiya Xweser, hêzên wê yên ewlehî û leşkerî bûn, her wiha hewldanên wan li dijî kesên herêmê bi rê ve dibin û diparêzin. Ji lew re hikumeta Şamê û çeteyên wê negihaştin armancên xwe û bi bin ketin."

Şêx eşîra El-Bûsibêi, Zuhêr El-Mişel El-Ecrawî wiha got: "Tiştê li ser derewê hatiye avakirin, derew e û di taxa Teyî de tevahî hewldanên hikumeta Şamê û çeteyên wê hatin eşkerekirin. Ji ber hikumeta Şamê di destpêkê de xwe spart çeteyan, ji lew re tevahî hewldanên wê dê bi bin bikevin."

El-Ecrawî wiha gotina xwe bi dawî kir: "Ji bilî rastiyê tiştekî pêk nayê. Ji ber gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevgirtî ye û dê çarenûsa hewldanên hikumeta Şamê binketî bin, ji ber li ser bingeha projeyeke binketî hatiye avakirin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/zcN2U43ethg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>