ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-04-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-04-2021
29 nîsan, 2021   23:00

-Şêniyên bajarê Qamişlo bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar dikin, meş ji çerxerêya Xelîc dest pê dike, saet 15:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevgirtina Kurd, Ereb, Suryan û pêkhateyên din planên çeteyên Dîfaa El-Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê yên kişandina herêmê ber bi şerekî navxweyî ve, têk bir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Artêşa Tirka  dagirker avakirina sînorên çêkirî yên ji satirên axê li nêzî rêya M4'ê li Eyn Îsayê didomîne. Ev yek li pêş çavê leşkerên hikumeta Şamê û leşkerên Rûsyayê pêk tîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêwirmendê qaûnî yên Desteya Diravî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mihemed Bekir hin hurguliyên girêdayî budceya giştî ya Rêveberiya Xweser a sala 2021'î eşkere kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Endamê Komîteya Azadiya Rêbertî ya Helebê Roşîn Mûsa got, armanca dewleta Tirk ji ferzkirina tecrîda li ser rêber Ocalan şikandina vîna gelê ku xwedî li fikirê wî derketiye. Roşîn Mûsa diyar kir ku ji bo bidawîkirina tecrîdê divê têkoşîn were xurtkirin û zext li CPT'ê were kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Berdevka Kongreya Star Remziya Mihemed ji ber qutkriina ava li ser bajarê Hesekê ji aliyê dewleta Tirk ve hişyarî da û got, dewleta Tirk şerê taybet li dijî şêniyan dimeşîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Riyad Derar got, dewleta Tirk avê weke çek bi kar tîne, da ku herêm li gorî wê tev bigere, her wiha eşkere kir ku ew ê ji Fransa û dewletên Ewropayê bixwazin ku fişarê li dewleta Tirk bikin, da ku dev ji vê hovîtiya xwe berde. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Siyasetmedarên Kurd diyar kirin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê hewldaneke ji bo têkbirina statûya kurdî ye. Siyasetmedan bang li hikumetên Bexda û Hewlêrê  kirin ku li hemberî sûcên dewleta Tirk helwestên cidî bistînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Siyasetmedarî Sûrî Fîras Qesas got, çareseriyên ku Rêveberiya Xweser ji rewşa Sûriyê re pêşkêş kirine dihêle ku bibe navendeke sereke di diyarkirina çareseriyê û pêkanîna wê li welat de. Her wiha got: "Rêveberiya Xweser projeyeke ku mijara hebûn û nebûnê temsîl dike." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Piştî derxistina çeteyên Dîfaa El-Wetenî ji taxa Teyî ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve di 26'ê Nîsanê de, jiyana li taxê asayî bûye, kolan tijî bûne, zarok li taxan dilîzin û yên din diçin ser karê xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Dibistanan a Şedadê dest bi restorekirina du dibistanan kir, ku tê payîn di destpêka sala nû ya perwerdeyê werin vekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ji ber qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve azarên bi milyonan mirovên Sûriyê didome. Dewleta Tirk bi vê yekê qanûnên navneteweyî yên parvekirina ava çeman di navbera dewletan de bin pê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA