​​​​​​​ICR: Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê amûrên testên koronayê xilas dibin û rewş xeter dibe

Komîteya Rizgarkirinê ya Navneteweyî (ICR) hişyarî da ku alavên testên vîrusa koronayê dê di nava hefteyekê de li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê xilas bibin û dê rewş xetertir bibe.

​​​​​​​ICR: Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê amûrên testên koronayê xilas dibin û rewş xeter dibe
29 nîsan, 2021   16:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji Komîteya Rizgarkirinê ya Navneteweyî (ICR) Metsy Basswell di daxuyaniyekê de got: "Hêza pêkanîna testan li Bakur Rojhilatê Sûriyê rojekê jî têrê nekiriye, dibe ku bi temamî tune bibin."

Basswell diyar kir taqîgeheke tekane ku test lê têne çêkirin ku li bajarê Qamişloyê ye, dibe ku di nava kêmî hefteyekê de ji ber kêmbûna xeternak testên Covid -19 rawestîne  û wiha got: " Ev yek dê encamên xeter bi xwe re bîne, xebatkarên tenduristiyê wê nikaribin tu pêketiyên nû diyar bikin."

Metsy Basswell her wiha got: "Em ditirsin ku rewş kirîtîktir dibe."

Hikumeta Şamê hefteya borî beşa yekemîn a derziyên li dijî vîrusa koronayê ku ji 203 hezar derziyan pêk tê, wergirt, beşek jê ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye veqetandin, lê heta niha tiştek wernegirtiye, li gel ku tu bernameyên diyar ji bo şandinê nehatiye dayîn.

Destpêka îsal de, Konseya Ewlekariya ya Neteweyên Yekbûyî, nuqteyên derbaskirina alîkariyên mirovî ji bo Sûriyê kêm kir, tenê deriyekî sînor ê bi dewleta Tirk re li bakurê rojavayê welat vekirî ma. Bi zexta Rûsyayê, deriyê sînor ê Til Koçerê girtî ma. Di encamê de alîkariyên tenduristiyê yên pêwîst nagihêjin Bakur û Rojhilatê Sûriyê.