Partiya Kesk a Kurdistanê: Qutkirina avê sûcekî şer e, divê dewleta Tirk were muhasebekirin

Partiya Kesk a Kurdistanê got, ji bo parastina jiyan û hawirdorê qanûnên navneteweyî hatine dayîn ku bikaranîna avê wekî çeka zextê qedexe û sûcdar dike. Partiya Kesek a Kurdistanê got dewleta Tirk van qanûnan bin pê dike, divê were cezakirin.

Partiya Kesk a Kurdistanê: Qutkirina avê sûcekî şer e, divê dewleta Tirk were muhasebekirin
29 nîsan, 2021   15:29
NAVENAD NÛÇEAYN

Partiya Kesk a Kurdistanê têkildarî qutkirina ava çemê Firatê li ser Sûriyê ji dewleta Tirk ve daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Jiyana li ser vî erdî li ser esasê avê ava bûye. Hemû qewm û gel dema ku bi cih dibûn, xwe li derdora jêderên avê bi cih dikirin. Ji ber vê yekê em dibînin ku herêmên bi kanî û çem cihên destpêkê yên niştecibûna mirov û hemû zindiyan e. Çem pîroz in ji ber bingeha berdewama jiyanê ye."

Partiya Kesk a Kurdistanê diyar kir ku ji bo parastina jiyan û hawirdorê qanûnên navneteweyî hatine dayîn ku bikaranîna avê wekî amûra zext an çekê qedexeye û sûcdar dike.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk qanûnên navneteweyî bin pê dike, çemên navneteweyî wekî Dicle û Firatê û hwd bi kar tîne û wiha hate domand: " Dewleta Tirk çemên ji xaka Kurdistanê ya dagirkirî tên wekî çeka şer li dijî herêmên Sûriyê bi giştî û bakur û rojhilatê Sûriyê bi taybet bi kar tîne, ava vexwarinê ya stasyona Elok a dagirkerî li ser bajarê Hesekê û gundewarê wê qut dike. Ev yek sûcekî şer e.

Di heman demê de ava çemê Firatê jî qut dike. Ev yek bi xwe re karesteke rasteqîn tîne, ku ziyanên mezin dighîne mirov, sewal, çandinî û hawirdorê û zindiyên din ku li ser vê avê dijîn. Di encamê de dibe sedema tîbûn, xizantî û hilweşîna aborî. Ev sûc li dijî herêmekê ku hêzên wî yên leşkerî û QSD'ê li dijî DAIŞ'ê şer kir û bi ser ket, tê kirin, her wiha li pêşiya çav û gundên tevahî cîhanê û saziyên wê yên têkildarî têne kirin, bêyî ku erkên xwe bi cih bînin."

Partiya Kesk a Kurdistanê qutkirina avê ji aliyê dewleta Tirk ve şeremzar kir û wiha bi dawî kir: "Em Partiya Kesk a Kurdistanê qutkirina ava çem, her wiha qutkirina ava vexwarinê li ser sivîl û tevahî zindiyên herêmî û çandiniyê şermezar dikin. Dewleta Tirk bi avê şerê me dike. Qutkirina avê sûcekî şer e. Dewleta Tirk bi vî sûcî dixwaze herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tî û zuha bike. Em bang li Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî terorê, Neteweyên Yekbûyî, saziyên navneteweyî yên têkildar wekî Konseya Ewlekariyê ya NY'yê dikin ku zextê li Tirkiyê bike da ku avê wekî çeka şer bi kar neyîne û biryarekî bide ku Tirkiyê neçarî vê yekê bike û li ser sûcên wê muhasebe bikin."

ANHA