​​​​​​​Gerîlayan li Zapê helîkopterke derb kir

Gerîlayên HPG/YJA Starê di saetên şevê de helîkopterke artêşa Tirk a êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dikirin, kirin hedef û lêdan. Helîkopterê derb xwar û neçar ma ku ji herêmê dûr bikeve.

​​​​​​​Gerîlayan li Zapê helîkopterke derb kir
29 nîsan, 2021   18:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Berxwedana gerîlayên HPG/YJA Starê ya li dijî êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê didome.

Li gorî ANF'ê, îro Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal du caran li dijî baregehên artêşa Tirk a li bajaroka Kanî Masî ya Amêdiyê çalakî kirin.

Di saetên şevê de jî gerîlayên HPG/YJA Starê li Zapê derb li hekoptereke bi tîpa Kobra da û helîkopter di nava dûmanek zêde de neçar ma ji qadê dûr bikeve.