Şaredariya Gel a li El-Sûsê xebatên sererastkirina torên avê dan destpêkirin

Şaredariya Gel a El-Sûsê ya başûrê Dêrazorê bi hevkariya Yekîneya Avê ya Hecînê dest bi xebatên sererastkirina torên ava vexwarinê yên li bajarok û gundên derdora wê kir.

Şaredariya Gel a li El-Sûsê xebatên sererastkirina torên avê dan destpêkirin
29 nîsan, 2021   11:25
DÊRAZOR

Stasyona Avê ya El-Sûsê avê ji nêzî 46 hezar mirovan re peyda dike. Torên avê yên stasyonê beriya rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ`ê xirab kiribûn. Ji ber wê gelek beşên tore hatibûn girtin. Ev jî azarên şêniyan ên peydakirina ava vexwarinê zêde kirin. Nexasim ku li bajarok şaredarî tune ye û Şaredariya Gel a Hecînê xebatan jê re pêşkêş dike ku bi 20 km li rojhilatê El-Sûsê ye.

Beriya 2 mehan Şaredariya Gel a El-Sûse hat avakirin. Ji wê demê ve şaredariyê dest bi xebatên xwe kiriye. Di wê çarçoveyê de li gorî derfetên heyî û bi hevkariya Yekîneya Avê ya Hecînê û bi desteka Meclisa Sivîl a Dêrazorê şaredariyê dest bi sererastkirina stasyona avê kir.

Yekîneya Avê ya Hecînê tîmên pispor û alavên pêwîst ji bo xebatên sererastkirina tora sereke ya stasyonê şandin ku dirêjahiya wê 8 kîlometre ne. Xebatên sererastkirinê ji xeta ku avê dide taxên Turuq, El-Şehazat û El-Tahus ku nêzî stasyonê ne û derdora 8 hezar kes tê de dimînin.

Di demên pêş de werşeyên fenî dê xebatên sererastkirina xeta herî mezin bide meşandin. Li aliyekî din xebatên sererastkirina torên din dê heta bidawîkirina tevahiya xebatên sererastkirinê berdewam bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Şaredariya Gel a li El-Sûsê hîna nû ye û piraniya endamên wê hîna jî bi dilxwazî dixebitin.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/wN3QHHsIkko" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>