Şerê hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk li “herêmên bêçek” didome

Şerên di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de li "hêrêmên bêçek" berdewam dike.

Şerê hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk li “herêmên bêçek” didome
29 nîsan, 2021   11:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk li eniyên şer ên li çiyayê Zawiyê yê gundewarên başûrê Idlibê bi moşekan hev topbaran kirin.

Çeteyên "Odeya Operesyonên El-Fetih El-Mubîn" baregehên hêzên hikumeta Şamê yên li eniya Cedraya ya gundewarên rojavayî Helebê kirin armanc. Lê tu agahiyên der barê windahiyan de nehat bidestxistin.

Her wiha hêzên hikumeta Şamê yên li gundewarên rojavayî Helebê duh eniyên şer ên bi çeteyên re yên li herêmê Mearit El-Nesan topbaran kirin.

(dm)