Şêniyên Hesekê piştgiriya xwe ji berxwedana gerîla re eşkere kir

Şêniyên bajarê Hesekê îro bi xwepêşandanekê piştgiriya xwe bi gerîla re di sekinandina li dijî dewleta Tirk a dagirker di êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de, eşkere kir.

Şêniyên Hesekê piştgiriya xwe ji berxwedana gerîla re eşkere kir
29 nîsan, 2021   11:23
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê tev li xwepêşandanê bûn. Xwepêşandan ji pira taxa Miftî ber bi Çerxerêya Şehîd Serhed ve çû. Di xwepêşandanê de dirûşm û pankartên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê li Metîna, Zab û Avaşîn ên Bakurê Kurdistanê û dirûşmên banga azadiya rêber Abdullah Ocalan hatin berzkirin.

Hemû pêkhateyên herêmê di xwepêşandanê de hewldana dagirkirina xaka Kurdistanê, şermezar kir.

Xwepêşandan li Çerxerêya Şehîd Serhed veguherî mitîngê. Di mitîngê de endama Koordînasyona Kongreya Star a kantona Hesekê Evîn Başo wiha axivî: "Êrişên dewleta Tirk di vê demê de hatin kirin da ku binketina xwe berê di zûtirîn demê de vegerînin bi taybet binketina mezin a artêşa wê li Garê."

Evîn Başo tekez kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcên dewleta Tirk ên li dijî wan ji bîr nakin, herêmên ku hatine dagirkirin ji bîr nakin û dê destekê bidin berxwedana li Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Di dawiyê de Evîn Başo bang li hemû pêkhateyan kir ku destekê bidin Rêveberiya Xweser.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/m6YGAm_6UR4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>