Artêşa dewleta Tirk şivanekî temenmezin hedef girt û pezên wî dizîn

Artêşa dewleta Tirk a dagirker gule berdan şivanekî 70 salî li gundê Meyasê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrîna dagirkirî û pezê wî dizîn.

Artêşa dewleta Tirk şivanekî temenmezin hedef girt û pezên wî dizîn
29 nîsan, 2021   11:20
ŞEHBA

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me bi dest xistine, hemwelatiyê bi navê Îsa Hisên Ferec (70) dema ku pezê xwe li aliyê rojavayê gundê Meyasê ya navçeya Şêrawa ya beramberî nuqteyeke çeteyan diçêrand, çeteyên dewleta Tirk a dagirker îro gule berdan wî.

Her wiha çeteyan pezên Îsa Ferec dizîn. Hate zanîn ku Ferec rakirine nexweşxaneyeke li herêma El-Zehra ji bo ku were tedawîkirin û rewşa wî giran e.

(dx)

ANHA