Rêveberiya Xweser ji qedexeya giştî derbasî ya beşî bû

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryara ferzkirina qedexeya derketinê ya beşî ya 7 rojan ku ji înê dest pê dike û pêncşema bê anku 6`ê Gulanê bi dawî dibe, ragihand. Qedexeya beşî ji saet 19:00`an dest pê dike û saet 07:00`an sibeha roja din bi dawî dibe.

Rêveberiya Xweser ji qedexeya giştî derbasî ya beşî bû
29 nîsan, 2021   10:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biyara bi hejmara 112’an têkildarî qedexeya derketina derve ya beşî ferz kir.

Biryar wiha ye:

“Ji bo rêgirtina li pêşiya belavbûna vîrusa Koronayê û ji bo berjewendiyên giştî hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev biryar da:

1- Qedexeya derketina derve ya beşî li hemû herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya 7 rojan ferz kir ku ji sibeha înê anku 30`yê Nîsana 2021`an dest pê dike û pêncşema bê 6`ê Gulana 2021`an bi dawî dibe. Qedexe dê ji saet 19:00`an dest pê bike û saet 7:00`an sibeha roja din bi dawî dibe. 

2- Hemû dergehên sînor ên girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên girtin, tenê di rewşên awarte, mirovî, nexweş, li pêşiya tevgera xwendekar û bazirganiyê vekirî dimînin.

3- Hemû holên şahiyan, konên sersaxiyê, civîn, nimêj li cihên olî di dirêjahiya dema qedexeyê de tên girtin.

4- Dibistan, baxçeyên zarokan, zanîngeh û peymangeh tên girtin.

5- Hemû xwaringeh, kafeterya û sûkên gelêrî tên girtin. Xwaringeh tenê servîsan amade dikin.

6- Divê hemû welatî tedbîr û girtekên xweparastinê pêk bînin û maskan bi kar bînin.

7- Biryar ji hemû aliyên têkildar re derbasdar e.”

(şx)

ANHA