Wê di çend rojên bê de berhevkirina sebzeyan dest pê bike

Cotkar xwe amade dikin ku di destpêka Gulanê de sebzeyan berhev bikin û daxin nava sûkan. Cotkarên navçeya Tirbespiyê teqez kirin ku hilberîna xwecihî ya sebzeyan rêgeza xwe têrkirinê pêk tîne ku rolek di kêmkirina bihayan de dilîze.

Wê di çend rojên bê de berhevkirina sebzeyan dest pê bike
29 nîsan 2021   00:49
QAMIŞLO-KADAR IBRAHÎM

Navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê ya girêdayî herêma Cizîrê ji ber axa wê ya berhemdar, hebûna avê li wir, bi taybet herêmên li nêzî herêma ku li gorî pergala çandiniyê ya Sûriyê bi navê Herêma El-Eşra tê naskirin bi çandina gelek cureyên sebzeyan navdar e.

Li Bakur û Rojhilatê Srûiyê cotkar di her mewsimekê de çi havîn yan jî zivistan sebzeyan diçînin û dadixin nava sûka herêmî, da ku rêgez xwetêrkirinê ya ji sebzeyan pêk bînin.

Mîna her sal di van deman de, cotkar dest bi berhevkirina xiyar, firingî, bacanareş, pîvaz, îsot û kundir kirin. Cotkar sebzeyan bi rêbaza tonelan diçînin, ev rêbaz a herî xurt e û li herêmê tê bikaranîn.

RÊBAZA TONELAN

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2021/04/28/190042_-.jpg

Dara Yusif cotkarekî gundê Til Şiîr ê navçeya Tirbespiyê ye û yekemîn cotkarê ku sebzeyan bi rêbaza tonelan diçîne. Piştî ku ev rêbaz bi ser ket, cotkarên herêmê ev rêbaz bikar anîn.

Li gorî vê rêbazê, destpêkê ax tê kolandin, şitilên sebzeyan di tonelan de tên çandin, paşê cotkar neylon bi dirêjahiya 15 metreyan heta 20 metreyan li ser tonelê tê girtin. Şitil bi rêya pergala çipik-çipik tên avdan.

HILBERÎNA XWECIHÎ

Li gorî Komîteya Çandiniyê ya navçeya Tirbespiyê rûbera zeviyên ku bi sebzeyan hatine çandin derdora 4 hezar û 980 donim e.

Dara Yusif destnîşan kir ku hilberîna xwecihî nirxa sezbeyan li herêmê kêm dike. Her wiha bandora ambargoyê sivik kir ku ji ber girtina dergehan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye ferzkirin.

Yusif diyar kir ku ev hilberîn têra pêwîstiya sûkên herêmî bi temamî nake, ji ber ku rûberên wê li tevahiya herêman kêm in, ruxmî ku axa wê berhemdar e, av û sotemenî peyda dibin. Lewra bang li şêniyan kir ku zeviyên xwe biçînin.

Yusif bang li Desteya Çandiniyê û Aborî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku desteka warê çandiniyê bike, pêdiviyên cotkaran peyda bike da ku projeyên xwe yên çandiniyê temam bikin, komîteyekê ava bikin da ku dewreyên çandiniyê bişopînin û sebzeyan daxin sûkên herêmî.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/1W-WWj6xd_8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>