‘Civaka navneteweyî berpirsa siyaseta guhartina demografiyê ya dewleta Tirk e’

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Bekir Elo diyar kir ku civaka navneteweyî berpirsa berdewamkirina siyaseta guhartina demografiyê ye ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Efrîna dagirkirî pêk tîne.

‘Civaka navneteweyî berpirsa siyaseta guhartina demografiyê ya dewleta Tirk e’
29 nîsan, 2021   06:39
ŞEHBA - FÎRAS ÎBRAHÎM

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ji mehên destpêkê yên dagirkirina Efrînê 2018`e ve daneyên guhartina demografiya Efrînê belge kirin û guhartina yekemîn ew bû ku çete û malbatên wan li şûna şêniyên resen ên ku bi darê zorê ji malên xwe hatin koçberkirin, bi cih kirin û milkên wan desteser kirin.

Piştre artêşa Tirk a dagirker bi zanabûn lîreyê Tirkiyê û fêrkirina bi zimanê tirkî ferz kir, alên xwe li ser daîreyan daliqandin û navên gundên Efrînê jî guhartin. Li aliyekî din jî nîşaneyên trafîkê danîn ku îşaretê bi wîlayeta Hatay a Tirkiyê dikin. Ji vê yekê diyar dibe ku meqseda dewleta Tirk ew e ku Efrîna dagirkirî tev li axa xwe bike û ji Sûriyê qut bike.

Di nava çend rojan de çavkaniyên herêmî ji Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê re niyeta artêşa  Tirk a avakirina projeyeke dagirkirinê li gundên Efrîna dagirkirî eşkere bû. Dewleta Tirk ji vê yekê armanc dike guhertina demografîk bide rûniştandin ku ji destpêkê ve daxwaza dewleta Tirk.

Artêşa Tirk a dagirker bi zanabûn û bi beşdariya Meclisa Herêmî ya girêdayî Efrînê hewl dide li gundê Xalta yê girêdayî navçeya Şêrewayê yê rojhilatê bajarê Efrînê yê dagirkirî bi fînansekirina Kiwêt û Qeterê gundên biçûk ava bike.

Malên ku hatine avakirin bi navê "Kiwêt El-Rehmê" tê naskirin ku ew jî gundekî biçûk ê ji 300 malan pêk tê û "Komeleya Xêr El-Şam" a îxwanî ku piştgiriya xwe ji Qeterê, Kiwêt û Tirkiyê digire, lêçûna wê dide.

Têkildarî vê projeyê hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Bekir Elo ji ajansa me re da xuyakirin ku hewldanên dewleta Tirk û çeteyên wê yên koçberkirina bi darê zorê ji destpêkê ve diyar in, êdî her kes vê dibîne. Rojên derbasbûyî û avakirina gundên biçûk;  siyaseta Tirkiyê û berjewendiyên wê  yên guhartina demografiya Efrînê nîşan dide.

Bekir Elo ev li gotina xwe zêde kir: "Artêşa Tirk projeya ku ji beriya sed salî ve li Bakurê Kurdistanê dabû destpêkirin, li Efrîn û herêmên ku li Sûriyê dagir kirine didomîne. Vê jî bi rêya guhartina demografiyê û di bin slogan û navên demokratiyê, mirovahiyê û qanûnî de pêk tîne, lê ew bi temamî ji wateyên van sloganan dûr e."

Der barê bicihkirina malbatên çeteyan û sivîlên ku ji herêmên cuda yên Sûriyê anîne de, Elo got artêşa Tirk dixwaze malbatên Tirkumen li ser xeta sînorên çêkirî yê di navbera Efrîn û Bakurê Kurdistanê de bi cih bike û dagirkeriya xwe rewa bike.

Têkildarî piştgiriya Kiwêt û Qeterê ya ji projeya dagirkirinê ya li navçeya Şêrewayê Bekir Elo ev pirs kir: “Kiwêta El-Rehmê li Efrîna dagirkirî çi dike? Beriya ku Efrîn were dagirkirin û Dema ku niştecihên wê li malên xwe bûn Kiwêt El-Rehmê li ku derê bû?”

Elo di nava axaftina xwe de çend madeyên qanûnên navneteweyî yên bi hejmar 6-7-8’an ên pergala Romayê ya bingehîn ên 1998`an bi bîr xistin ku koçberkirina bi darê zorê ya niştecihên resen qedexe dike û wekî sûcên li dijî mirovahiyê bi nav dike.

Elo îşaret bi peymanên çaran a Cinevê ya 1949`an û protokolên 1977`an kir ku guhartina demografiyê bi hemû awayan û sûcên li dijî gel wekî sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer bi nav dike.

Li aliyekî din jî Bekir Elo çend wêneyên din ên binpêkirin û guhartina demografiyê pêşkêş kiirn, jê qedexeya lixwekirina cil û bergên kurdî. Her wiha wêneyên din pêşkêş kirin ku sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê nîşan didin dema şêniyên resen ên mayî didin koçberkirin, piştî ku gelek tengav kirin û hovantirîn rêbazên şerê taybet li dijî wan pêk anîn.

Di dawiyê de hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Bekir Elo helwesta rêxistinên navneteweyî û civaka navneteweyî şermezar kir ku li hemberî sûcên li Efrînê hatine belgekirin û sûcên ku Tirkiyê û çeteyên wê li dijî sivîlan pêk tînin, bê deng e.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li çiyayê Qaziqlî yê navçeya Cindirêsê, li navçeya Şiyê û li gundê Baflûn ê êzidiyan ê li navçeya Şêra jî gundên biçûk ava dike.  Di vê dawiyê de li gundê Xalta yê girêdayî navçeya Şêrewayê jî bi piştgiriya Kiwêt û Qeterê dest bi avakirina gundekî din kir.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/P2pHfQ7ciUM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>