Ciwanên Kobanê ji bo piştgiriya gerîlayan meşeke bi meşaleyan li dar xist
Ciwanên Kobanê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û piştgiriya xwe bi gerîlayan re heta serkeftinê nîşan da.
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi hevkariya bi Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê re meşeke bi meşaleyan ji bo piştigiriya bi berxwedana çiyayên Zap, Avaşîn û Metînayê re li dar xist.
Dewleta Tirk a dagirker bi armanca dagirkirinê êrişî herêmên Zap, Avaşîn û Zapê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê dike û HPG’ê bi qehremantî bersiva êrişên wê dide.
Bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û piştevaniya berxwedana gerilayan, vê êvarê meşek ji pêş Navenda Ciwanên Şoreşger "Navenda Şehîd Bawer" a Kobanê heta bi Qada Jina Azad a bajêr hate lidarxistin.
Bi dehan keç û xort beşdarî meşê bûn, tê de meşale û alên ciwanên şoreşger hildan û berxwedana gerîlayan silav kir.
Piştî meş gihaşt Qada Jina Azad, endamê rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Firatê Mihemed Mehmûd axivî û piştgiriya xwe bi berxwedana gerîlayan re nîşan da û got ew wek ciwan amade ne li gorî seferberiya ku ragihandine piştevaniya berxwedana gerîlayan heta serkeftinê bikin.
(fr)
ANHA