Meclisa Til Temirê: Dagirker êrişên xwe yên li dijî sivîlan didomînin

Hevserokê Meclisa Navçeya Til Temirê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li dijî herêmê didomînin û got:"Armanca dewleta Tirk ew e ku şêniyan li dijî Rêveberiya Xweser derxînin."

Meclisa Til Temirê: Dagirker êrişên xwe yên li dijî sivîlan didomînin
28 nîsan, 2021   23:38
HESEKÊ- DIYAR EHMED

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên navê "Artêşa Niştimanî ya Sûrî" li xwe dikin, bi rêbazên cûda êrişî şêniyên herêmê dikin. Ji van rêbazan, qutkirina av û kehrebeyê ye.

24'ê Nîsanê, gundên rojava û başûrê rojava yên Til Temirê bi çekên giran û hawnan hatin topbarankirin. Di encamê de kehrebe li ser gelek gundên nêzî xeta şer qut bûn.

'EWLEHÎ TUNEYE'

/kr/uploads/files/2021/04/28/185841_dsc_0028-.webp

Şêniyê bi navê Kemal Ebdulqadir Şêxmûs ji ANHA'yê re diyar kir ji dema ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gihiştine nêzî navçeyê, bi domdarî sûc û binpêkirinan dikin, ji ber vê yekê ewlehî li navçeyê tune ye.

Şêxmûs got: "Di vê meha pîroz de, artêşa Tirka  dagirker û çeteyên wê gundên li beramberî Til Temirê dikin armanc û avê li ser zêdetirî milyon û nîv sivîlî qut dike." Şêxmûs bang li saziyên têkildarî mafên mirovan kir ku li hemberî van sûcan derkevin û wan rawestînin.

/kr/uploads/files/2021/04/28/185900_-.webp

Hevserokê Meclisa Navçeya Til Temirê Ciwan Mele Eyûb jî got: "Ji dema ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê êrişên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dan destpêkirin û gihiştin derdora navçeya Til Temirê ve, ji Til Temir heta navçeya Zirganê bûne eniyên şer bi dagirkeran re, ku zêdetirî 20 gundên Til Temirê dagir kirin."

' SÛC BERDEWAM IN'

Mele Eyûb destnîşan kir ku ji dema ku dagirker derbasî herêmê bûne ve, di êriş û hedefkirina sivîlan de berdewam in, ji vê zêdetir av û kehrebeyê qut dike û rizqê sivîlan dikin armanc. Her wiha bi bîr xist ku dagirkeran par zeviyên wan ên çandiniyê şewitandin.

'ŞERÊ TAYBET DIMEŞÎNIN'

Mele Eyûb got: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên bi hemû rêbazan hewl didin sivîlan bikin armanc, şerê taybet bi kar tîne da ku wan li dijî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk derxînin."

Ciwan Mele Eyûb di dawiya axatina xwe de bang li civaka navneteweyî kir ku li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bêdengiya xwe derkevin û got: "Me dît ku di dema êrişên li ser herêmê û bikaranîna çekên qedexekirî û yên NATO'yê de civaka navneteweyî bêdeng bû, ev bêdengî dide diyarkirin ku bi dewleta dagirker re disekine."

ANHA