ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-04-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-04-2021
28 nîsan, 2021   23:00

-Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê der barê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de meşekê saet di 11:00’an de li dar dixe.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hevserokê Meclisa Navçeya Til Temirê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li dijî herêmê didomînin û got:"Armanca dewleta Tirk ew e ku şêniyan li dijî Rêveberiya Xweser derxînin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

 - Hevserokê Meclisa Herêma Dirêkê û Hevserokê Yekitiya Parêzerên Cizîrê li ser biryara Dadgeha Destûrî ya dewleta Tirk ku tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan bi qanûnî û rewa bi nav dike, got: "Biryar polîtîk û ne qanûnî ye." (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hevserokê Gerînendetiya Avê ya kantona Hesekê Nîdal Mehmûd bang li NY’yê kir ku stasyona Elok ji bin destê dewleta Tirk biderxe ku ava vexwarinê wek rêbazeke şantajê ya siyasî bi kar tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

KURDISTAN

- Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, beriya wê jî girtekên Amerîkayê ku wek erêkirineke nû tên fêmkirin, bêdengiya Bexda û Hewlêrê gelek pirs girêdayî hesabên hêzên nanvneteweyî û aliyên iraqî derxistin pêş. Pisporekî misirî teqez kir ku gelek lihevkirin hene ku hemû armanc dikin Kurdan bikin qurbanî. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Kongreya Star ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê li taxa Til Hecer a Hesekê saet di 09:00’an de meşekê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Telet  Yûnis diyar kir ku hikumeta Iraqê û ya Başûrê Kurdistanê êrişa dagirkeriyê erê kiriye û bêyî erêkirina wan dewleta Tirk a dagirker nikare êrişeke wiha berfireh pêk bîne û got "Bêdengiya Iraq û PDK'ê cesaretê dide dewleta Tirk a dagirker.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Bekir Elo diyar kir ku civaka navneteweyî berpirsa berdewamkirina siyaseta guhartina demografiyê ya ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Efrîna dagirkirî pêk tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIWAN

-Tevgera Ciwanên Şoreşger li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê meşeke bi meşaleyan li pêş navenda xwe ya li beşa rojavayê taxê saet di 20:30’an de li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Ji 3 mehan ve dewleta Tirk a dagirker ava çemê Firatê kêm kiriye. Ji ber wê çemê Firatê bi xetereya qirêjbûnê rû bi rû maye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Cotkar xwe amade dikin ku di destpêka Gulanê de sebzeyan berhev bikin û daxin nava sûkan. Cotkarên navçeya Tirbespiyê teqez kirin ku hilberîna xwecihî ya sebzeyan rêgeza xwe têrkirinê pêk tîne ku rolek di kêmkirina bihayan de dilîze. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên Reqayê di meha Remazanê de bi rêya 3 xwaringehan, danên fitarê ji malbatên hewcedar re pêkêş dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên taxa Teyî der barê hebûna Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li taxa wan de kêfxweşiya xwe nîşan da û diyar kir ku piştî çeteyên bi navê Dîfaa El-Wetenî ji taxê hatin derxistin, bi ewlehî dijîn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA