Meclisa Ewlehiyê bang li hemû herêmên şer kir: Dibistan, nexweşxane û avê biparêzin

Meclisa Ewlehiyê duh bi civînekê bang li hemû herêmên şer kir ku dibistan, nexweşxane, toreyên kehrebeyê, toreyên avê û binesaziyê biparêzin. Di civînê de, cara yekemîn e ku meclis balê dikişîne ser wêranbûna binesaziya li Sûriye, Efganistan, başûrê Sûdanê û Ukraynayê.

Meclisa Ewlehiyê bang li hemû herêmên şer kir: Dibistan, nexweşxane û avê biparêzin
28 nîsan, 2021   09:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Associated Press ku Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi biryara xwe ku duh derxist, êrişên hovane ku sivîlan ji pêwîstiyên wan ên sereke bê par dihêle, şermezar kir û ev yek binpêkirina qanûnên mirovahî yên navneteweyî ne.

Her wiha bang li hemû aliyên şer kir ku li gorî qanûnê tev bigerin.

Wezîrê karên derve yê Vîetnamê Son Boy Thanh ku welatê wî rêveberiya civîna meclisa ewlehiyê dike, got: "Piranî em encamên şer li gorî hejmara qurbanên ku yekser rastî tundiyê tên, digirin. Lê encamên neyekser û demdirêj ên zirarên berfireh ji binesaziya sereke re bi heman miqdarê hatin hilweşandin. Weke mînak şerên demdirêj ku dibe zarok ji nexweşiyên ji ber ava qirêjî û kanalîzasyonan ji tundiya di şer de zêdetir bimirin."

(bx)