Hisên El-Elî: Dîfaa El-Wetenî ajan in, kî pere zêde bide ji wan re kar dikin

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çepgir a Kurd Hisên El-Elî rola erênî ya Rêveberiya Xweser silav kir ku pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin yek û rê li pêşiya fitneyan girt.

Hisên El-Elî: Dîfaa El-Wetenî ajan in, kî pere zêde bide ji wan re kar dikin
28 nîsan, 2021   08:35
HESEKÊ-BOTAN HISÊN

Piştî tevliheviya ku çeteyên Dîfaa El-Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê hewl da derxin, niyetên wan û hikumeta Şamê yên têkbirina Rêveberiya Xweser careke din eşkere bûn.

Girêdayî vê mijarê, endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çepgir a Kurd Hisên El-Elî ji ANHA`yê re axivî û diyar kir ku hikumeta Şamê ji derxistina vê fitneyê armanc dike ku tevliheviyê di navbera pêkhateyên Ereb û Kurd de derxe.

El-Elî da xuyakirin ku çeteyên Dîfaa El-Wetenî ajan in û li hemberî pereyan xwe û xelkê xwe firotine hikumeta Şamê, Îran û Tirkiyê û wiha domand: “Ew bi her aliyekî ku pere zêde dide wan ve girêdayî ne. Derxistina tevliheviyê û têkbirina ewlehiya herêma Cizîrê bi giştî ne tenê ya Qamişloyê ji xwe re kirine bingeh. Ji ber wê divê herêmê ji wan bê paqijkirin û hesab ji wan were xwestin.”

El-Elî bûyerên 2004`an ên li Qamişloyê bi bîr xistin û got: “Heman kes û heman rêveberî fermana talankirin û şewitandina milk û malên Kurdan da. Heta niha xwedî heman armanc û heman sloganê ne.”

El-Elî diyar kir ku projeya Rêveberiya Xweser li gel pêşketina ku bi dest xistî û piştî ku bû nimuneya biratiya gelan û jiyana hevbeş, dijminên wê zêde bûn û êdî li dijî wê komployan paln dikin da ku tune bikin. El-Elî bang li pêkhateyan kir ku li hemberî van komployan piştgiriya hêzên siyasî û leşkerî bikin.

Têkildarî rola Rûsyayê li herêmê El-Elî got: "Rûsya mîna ku tê xwestin bi rola xwe ranabe. Yan jî dixwaze ev yek li herêmê pêk were."

El-Elî girêdayî bûyera kuştina rûspiyê êla Benî Seba Hayis El-Ciriyan ji aliyê çeteyên Dîfaa El-Wetenî ve got: “Ev hewldana binkeftî ji rêze hewldanên derxistina tevliheviyê di navbera Ereb û Kurdan de ye. Di hewldanekê de ji bo têkbirina Rêveberiya Xweser bi awayekî domdar rûspiyên êlên Ereb dikin hedef û dixin stûyê Kurdan.”

Di dawiyê de El-Elî îşaret bi wekheviya di navbera çeteyên dewleta Tirk û çeteyên Dîfaa El-Wetenî de kir û got li ku derê bin wêranî, talankirin, sûc û koçberkirin pêk tên.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/aBoMBWVxdcU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>