Buşra Elî: Me bandoreke xurt a jinên Kurd li ser jinên Tûnisê dît

Seroka Weqfa Jîn a Jinan a Lubnanê Buşra Elî got serdana wan ji Tûnisê re ji bo xurtkirina têkiliyan û xebatên hevbeş ên di navbera rêxistinên jinan de bû û bal kişand ser bandora têkoşîna jinan li ser jinên Tûnisê.

Buşra Elî: Me bandoreke xurt a jinên Kurd li ser jinên Tûnisê dît
Buşra Elî: Me bandoreke xurt a jinên Kurd li ser jinên Tûnisê dît
Buşra Elî: Me bandoreke xurt a jinên Kurd li ser jinên Tûnisê dît
Buşra Elî: Me bandoreke xurt a jinên Kurd li ser jinên Tûnisê dît
28 nîsan, 2021   08:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya xurtkirina têkiliyan û xebatê hevbeş di navbera rêxistinên jinan de, seroka Weqfa Jîn a Jinan a Lubnanê Buşra Elî tevî endama Nivîsgeha Têkiliyên Derve ya Kongreya Star Zeyneb Mihemed beriya du hefteyan serdana paytexta Tûnisê kir.

Di serdanê de gelek hevdîtin bi rêxistin û kesayetên jinan ên aktîf ên Tûnisê re hatin çêkirin. Di hevdîtinan de li ser têkilî û rêbazên xurtkirina xebatê hevbeş, pevguhertina tecrubeyan li ser asta têkoşîna jinan û danasîna doza jinên Kurd bi giştî û şoreşa jinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nîqaş hatin kirin.

Seroka Weqfa Jîn a Jinan a Lubnanê Buşra Elî li ser encamên serdanê, armancên wê û girîngtirîn nîqaşên ku çêbûne, ji ANHA`yê re axivî.

Hevpeyvîn wiha ye:

Di van demên dawîn de, wek şandeya jinan ku ji Kongreya Star û Weqfa Jîn a Jinan pêk tê, we serdana Tûnisê kir. Gelo armanca we ji vê serdanê çi bû û hevdîtinên we çawa derbas bûn?

Belê, me wekî şandeyeke jinên kurd bi nûnertiya seroka Weqfa Jîn a Jinan birêz Buşra Elî ji Lubnanê, berpirsa Maseya Rojhilata Navîn a Nivîsgeha Têkiliyên Derve ya Kongreya Star birêz Zeyneb a ji Rojava / Bakur û Rojhilatê Sûriyê, serdana Tûnisê kir. Ev serdan li ser vexwendineke fermî ji “Komeleya Tûnisê ya Jinên Demokrat” pêk hat ji bo em beşdarî kongreya 13’emîn a komeleyê bibin û tê de biaxivin. Her wiha plansaziyeke taybet a me hebû.

Destpêkê, ji ber belavbûna pandemiya Covid-19, lidarxistina kongreya 13’emîn a Komeleya Tûnisê ya Jinên Demokrat heta demekê hate derengxistin û me li ser wê yekê mixabiniya xwe nîşan da û me hêvî kir ku kongreya xwe di zûtirîn dem de were lidarxistin.

Li gorî wê, me dest bi pêkanîna plansaziya xwe ya kar kir. Armanca me xurtkirina têkiliyên heyî, danîna têkiliyên nû bi gelek rêxistin û kesayetên jinan ên li Tûnisê aktîf re bû. Li gel me jî gelek mijar û doz hebûn û ji komle û kesayetên jinan a Tûnisê re hatin pêşniyarkirin. Ji wan doz û mijaran; danasîna rastî û hûrgiliyên şoreşa jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêşengiya jinên Kurd di şoreşê de, balkişandina li ser sîsteêma neteweya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û çawaniya sûdgirtina ji vê tecrubeyê, naskirina zêde li ser tecrbeya jinên Tûnisî yên pêşeng ên li herêmê, nexasim li ser astên qanûnî, hiqûqî û civakî. Her wiha danasîna însiyatîfa "Hêza me di yekitiya me de ye" ya herêmî ya jinan û danasîna armancên wê. Her wiha danasîna însiyatîfa herêmî ya jinan ya dîtir ku di vê dawiyê de hate damezirandin ew jî “Însiyatîfa têkoşîna li dijî dagirkeriyê û qirkirina jinan û ji bo ewlehî û aştiyê ye”, her wiha ji bo lêkolînkirina rêbazên xurtkirina van her du însiyatîfan li gorî xebat û armancên hevbeş.

Me wek Weqfa Jîn tevî şandeyek jinan ku ji Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hatiye, hevdîtin bi gelek partiyên Tûnisê re jî çêkirin.

Komele û kesayetên we pê re têkilî danîne çi ne û kî ne?

Ji me re serfirazî bû ku em hevdîtinê bi gelek komele û kesayetên girîng û bibandor re çêkin. Ji wan hevdîtinan; hevdîtina bi Komeleya Tûnisî ya Jinên Demokrat, endamên Nivîsgeha Rêveber a Yekitiya Nîştimanî ya Jinên Tûnisê, seroka Komeleya Jinên Tûnisê ya Geşkirinê, Komîteya Jinan a Partiya ‘Herekêt Tûnis îla El-Emem’, Weqfa Tûnisê ya Parastina Mafên Mirovan, seroka Komeleya Piştevaniya Însiyatîfan a Beşa Cotkariyê. Li gel wê jî hevdîtin bi jinên bibanor ên Tûnisê re hatin çêkirin, mîna aktîvîsta hiqûqî û mamosteya civakî ya zanîngehê Dr. Amal Qeramî, mamosteya Peymangeha Bilind a Zanistên Mirovî ya Tûnisê Dr. Naciye El-Werêmî.

Têkildarî hevdîtinên ku me wek Weqfa Jîn tevî şandeya jinan a Bakurê Kurdistanê çêkirine, hevdîtina bi Partiya Şepêşa Gel, Herekêt Tûnis îla El-Emem, Partiya El-Weted a sosyalîst re bûn. Her wiha me serdana çalakvana payebilind Radiye El-Nesrawî li mala wê kir ku hevjîna birêz Heme El-Hemamî ye (sekreterê giştî yê Partiya Karkeran a Tûnisê).

Di van serdanan de li ser danasîna têkoşîna jinên Kurd li Tirkiyê, siyaseta înkar û qirkirinê ya ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd bi taybet û tevahî gel û hêzên muxalif ên li hundirê Tirkiyê bi giştî dimeşîne, hatin nîqaşkirin. Di hevdîtinan de li ser asta xeteriya hikumeta Tirkiyê, bi taybet di şexsê serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan de, siyasetên wî yên faşîst ên destwerdanên bêserûber li Tûnis û gelek welatên li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê, siyaseta dagirkirinê yên li dijî herêmên Kurd, li Tirkiyê û Sûriyê de hatin axaftin. Her wiha partiyên Tûnisê piştgiriya xwe ji gelê Kurd û doza wê ya adil a têkoşîan li dijî siayseta dewleta Tirk a dagirker û faşîst re nîşan da.

Bi nêrîna we, jinên Tûnisê çawa têkoşîna jinên kurd li Rojavayê Kurdistanê ji aliyên rêxistinî, leşkerî, siyasî û dîplomatîk ve meşandine, çawa dibînin?

Di rastiyê de, me pêbandorbûna xurt a jinên Tûnisê bi jina Kurd dît, nexasim piştî ku bû sembola herêmî û cîhanî di têkoşîna li dijî terora DAIŞ’ê de. Her wiha piranî komele û kesayetên jinan ên Tûnisî di dema naskirina wan li ser hûrgiliyên rêxistinbûyîna jina Kurd di avakirina jiyana xwe de ji aliyên rêxistinî, siyasî, civakî û pîşeyê de matmayî man û teqez kirin ku pêwîst e ev tecrube ji nêz ve were şopandin. Komele û kesayetên jinan Tûnisî destnîşan kir ku jinên Kurd di têkoşîna xwe de gelek pêşketin çêkirine, nemaze di aliyê hiqûqî de ya ku Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser qanûnên wê danîne. Her wiha li gorî aboriya komînal û çandiniyê jinên Kurd gelek pêşketin çêkirin.

Komele û kesayetên jinan ên Tûnisî diyar kir ku ew ji sîstema hevserokatiyê û pêkanîna rêgeza hevbeşiyê di tevahî hûrgiliyên jiyan de li ser tevahî astan matmayî man û da zanîn ku jinên Kurd di vê yekê de pêşketî ne, li gel wê jî zulmeke mezin li ser wê heye, ew jî ji ber nixumandina li ser rastiya têkoşîn û hûrgiliyên wê ye.

Mijar û nîqaşên hevdîtinên we çi bûn?

Min li jor jî îşaret bi mijarên girêdayî şoreşa jinan a Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Lê belê hevdîtin ne tenê li ser vê yekê bûn. Bo nimûme, min destpêkê diyar kir ku komele û kesayetên jinan ên Tûnisî du însiyatîfên jinan ên herêmî ku jinên Kurd di damezrandin û îsbatkirina xwe de toleke pêşneng dilîzin, gelek girîng dîtin. Nexasim digel tunebûna sîwaneke jinan a giştî ya li ser asta herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê de. Komele û kesayetên jinên Tûnisî piştrast kir ku pêwîstî bi lêkolîna di rêbaz, alav û amûrên guncaw de heye, da ku xebata hevbeş a di vê çarçoveyê de xurt bike û piştgiriya xwe bi van her du însiyatîfan re nîşan da û gotin ew amade ne li gorî armanc û hedefên diyar tê de beşdar bibin.

Encamên hevdîtinên we bi çi rengî bûn. Gelo hûn armanc dikin ku têkiliyên di navbera rêxistinên Tûnisê û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yan Lubnanê de xurt bikin?

Ji xalên girîng ên ku me di hevdîtinan de li ser hev kiriye ew in ku xebata hevbeş a di navbera rêxistinên jinan de were xurtkirin, însiyatîfên kombûyînê yên li ser asta Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê werin sepandin, girîngiya rola pêşeng a jina Kurd li ser asta têkoşînên jinan li herêmê û çawaniya sûdgirtina ji tecrubeya wê û pevguhartina pisporî û tecrbûbeyên têkoşîna jinan li gorî mîrasa têkoşîna jinan a xweser û yên herêmî.

Ez dikarim bêjim ku ev serdan pir berhemdar bû û îsrara me ya berdewamkirina têkoşînê zêdetir kir. Careke din ji me re hate teqezkirin ku girîngî, pêwîstî û rastiya avakirina însiyatîfên jinan ên herêmî çiqas e.

Li ser wê esasê, di demeke nêz de wê serdanên din li welatên din hebin, da ku rêbaz, mekanîzma û amûrên xebatên hevbeş ên jinan û giştî bên nîqaşkirin.

 (fr)

ANHA