Piştî derxistina çeteyan ji taxa Teyî, nexşeya nû ya bicihbûnê

Serkeftina ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk aniye, nexşeya herêmên Rêveberiya Xweser û herêmên hikumeta Şamê û çeteyên wê yên bi navê Dîfaa El-Wetenî guherand. Gelo nexşeya nû çi ye?

Piştî derxistina çeteyan ji taxa Teyî, nexşeya nû ya bicihbûnê
28 nîsan, 2021   07:29
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHEMED

20’ê Nîsanê di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û çeteyên Dîfaa El-Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê de li taxa Teyî ya başûrê Qamişlo şer derket û ev şer berfireh bû û gihaşt başûrê taxa Hilko. Lê şerê herî giran di taxa Teyî de bû 7 rojan bê navber berdewam kir û tê de çekên sivik û navîn hatin bikaranîn.

TAXA TEYÎ LI KU DIKEVE?

Taxa Teyî li başûrê Qamişlo ye û li başûrê wê jî taxên Wista û Suryan hene, li bakurê rojhilatê wê jî taxa Suryan heye, ji aliyê rojhilatê wê ve jî taxa Mesakin heye û di navbera her du taxan de çemê Ceqceq heye.

Ji aliyê rojavayê wê û heta rojavayê başûrê wê ve jî hin kolanên ji taxa Kornîş, taxa Hilko û taxa Zihûr hene û digihêjin rêya hîzam a li başûrê Qamişlo. Ji aliyê başûr taxê ve taxa Zinûd heye û di navbera wan de rêya Hîzamê heye.

Taxa Teyî ya ku di destpêka aloziya Sûriyê de di bin serweriya çeteyên Dîfaa El-Wetenî de bû, li ser erdnîgariyeke biqasî 0,47 km2 ye anku nêzî nîv kîlometrek çargoşe ye (km2 ). Firehiya wê 443 m ye û wê bi rêya Kornîş bi taxa Wista û taxa Suryan ve girê dide û kûrahiya kîlometreyekê ji rêya Kornîş, taxa Wista, Çerxeriya Wehdê û taxa Suryan ber bi Hîzamê başûrê bajêr ve girê dide.

PIŞTPERDEYA ŞERÊ RÛ DAYE WÊ ÇI YE Û ÇI QEWIMÎ

Hefteya borî êvara sêşemê, çeteyên Dîfaa El-Wetenî êrişî bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li kolana El-Wehdê ya di navbera taxa Teyî û sûka bajêr de ye kir û li ser wê yekê şer derket.

Li gorî Navneda Ragihandinê ya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di encama êrişê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn Xalid Mulhim Osman şehîd bû û endamekî din jî birîndar bû.

Şerê dijwar 7 rojan bê navber berdewam kir û di hin taxan de girantir bû, li hin taxên din jî şer disekinî. Di şer de 3 caran bi navbeynkariya QSD’ê û Polîsên Leşkerî yên Rûsyayê agirbest hate ragihandin, lê tevahî agirbest ji hêla çeteyên Dîfaa El-Wetenî ve hatin binpêkirin.

Di encama şerê her du aliyan yê bi çekên sivik û navîn de 14 çeteyên Dîfaa El-Wetenî hatin kuştin û 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên wê yên ewlehî şehîd bûn.

Her wiha di hedefgiritina çeteyên Dîfaa El-Wetenî bi awayekî yekser ji sivîlan re li taxên di bin serweriya Hêzên Ewlekariya Hundirîn de “Kornîş, sûka bajêr, rêya El-Wehdê û taxa Suryan” de 6 sivîl birîndar bûn û ji wan zarokekî 12 salî şehîd bû.

Di encamê bersivdana Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser êrişên çeteyên Dîfaa El-Wetenî li nuqteyên wan ên Ii Dibistana Ibin Sîna û Dibistana Fadil Hesen û pêşdeçûna li taxê de, çek û cebilxane dîtin. Çeteyan ew dibistan wek baregehên xwe yên sereke bi kar dianîn.

REWŞA HERÊMÊN SERWERIYÊ NIHA BI ÇI RENGÎ YE

Di 7 rojan de û piştî 3 agirbestên ku çeteyên Dîfaa El-Wetenî bin pê kirine de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çeteyên Dîfaa El-Wetenî ji seranserî taxa Teyî ya başûrê Qamişlo der xistin, ji bilî dibistana Ebas Elawî ya ku li aliyê başûrê taxê dikeve û hin kolanên şaxî yên ku dibistanê bi kemberê (Hîzama) başûrê bajêr ve girê dide, ew herêm bû çargoşeyeke ewelhiyê ya artêş û saziyên ewlehiyên yên hikumeta Şamê.

Rûbera ku bûye çargoşeya ewlehiyê li aliyê başûr li nêzî çerxeriya taxa Teyî û taxa Zinûd ya li ser rêya Hîzamê maye, bi kêmberiya 145 m û bi kûrahiya 325 m ji dibistana Ebas Elawî heta ber bi Hîzamê ve ye.

Li gorî nexşeya nû, Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi rizgarkirina taxa Teyî re rêya Hîzamê ya li başûr bi temamî vekir, piştî ku rêya Hîzam ji ber nuqte û bendên kontorlê yên çeteyên Dîfaa El-Wetenî li taxa Teyî de hatibû girtin,.

Bi rizgarkirina taxa Teyî re, Hêzên Ewlekariya Hundirîn yekser satirên axê yên ku çeteyên Dîfaa El-Wetenî li Hîzama başûrê danîbûn, rakirin. Her wiha bendên kontrolê yên çeteyan rakirin û rê li pêş şêniyên herêmê vekirin.

BÛYERÊN DAWÎN LI TAXÊ ÇI BÛN Û PIŞTÎ RIZGARKIRINÊ ÇI DIBE

Piştî rizgarkirinê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekser rê da şêniyên taxê ku vegerin malên xwe. Her wiha heta kêliya amadekirina vê raporê, nêzî ji sedî 70 ji şêniyên taxê vegerîne û niha jiyan li taxê vegeriyaye.

Niha saziyên Rêveberiya Xweser wekî saziyên kehrebe, tenduristî, şaredarî û avê derbasî taxê bûne da ku xizmetan li herêmê pêşkêş bikin û pêdiviyên sereke yên şêniyên taxê dabîn bikin.

HERÊMÊN KU DIBE DI DEMA PÊŞ DE XETERIYÊ LI SER TAXA TEYÎ ÇÊKIN, ÇI NE

Taxa Zinûd a li başûrê taxa Teyî û gundên ji taxê ber bi başûr ve heta bi rêya M4 diçin û yên ji taxa Zinûd heta ber bi başûrê rojhilatê taxê û heta benda Xirbet Emo ya rojhilatê Qamişloyê ve diçin ku girîngtirîn nuqteyên çeteyên Dîfaa El-Wetenî ne, dibe ku xeteriyê li ser taxa Teyî çêkin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/nE6SClEmQFw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>