​​​​​​​Rojnameyên erebî: Îran zextê li Amerîkayê dike, gelê Lîbya ji hewldanên taloqkirina hilbijartinan bi fikar e

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa dan û standinên nukleerî yên Îranê, hilbijartinên Lîbyayê û hilbijartinên Filistînê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Îran zextê li Amerîkayê dike, gelê Lîbya ji hewldanên taloqkirina hilbijartinan bi fikar e
28 nîsan, 2021   06:41
NAVENDA NÛÇEYAN

‘ÎRAN ZEXTÊ LI RÊGERAN VIYYENAYÊ DIKE DA KU BI LEZ TAWÎZAN JI AMERÎKAYÊ BISTÎNE’

Têkildarî dosyaya nukleerê ya Îranê, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Tehran hîna kaxizên zextê yên li gel xwe bi kar tîne da ku di dosyaya cezayên li ser wê hatine ferzkirin de tawîzan ji Amerîkayê bistîne. Tehran wan kaxizan rêbazekê ji bo ferzkirina şertên xwe dibîne. Çavkaniyên ewropî li gorî du gerên berê yên rêgeha Viyanayê ya dan û standinan û tiştên ku dê gera sêyemîn de ku duh li ser asta komîteya beşdarbûyî û her sê komîteyên têkildar de hatiye lidarxistin bi xwe re bîne, rewşê bi vî rengî şîrove dikin.”

 ‘LÎBYA... HIŞIYARIYÊN JI HEWLDANÊN ÎXWANAN ÊN TALOQKIRINA HILBIJARTINAN’

Rojnameya El-Beyan jî têkildarî hilbijartinên Lîbyayê wiha nivîsî: “Hişyariyên ji hundirê Lîbyayê li ser taloqkirina hilbijartinan zêde bûn, ku tê payîn dawiya Kanûna bê de werin lidarxistin. Derdorên Lîbyayê destnîşan kir ku hewldanên bandorkiriba li komîseriya nîştimanî ya hilbijartinan hene ku dibe li duristbûna wê bandorê bikin.

Hin hêzên siyasî pesna rola Meclisa Ewlehiyê ya Navneteweyî di derxistina biryara wê de kir, ku biryar teqeziyê bi girîngiya pêkanîna hilbijartinên serokatiyê yên yekser û hilbijartinên parlamantoyê di dema hatiye diyarkirin de, dike. Metirsiyên gelê Lîbyayê ji serkeftina koma Îxwanan û hevalbendên wê (ku di hundir saziyên dewletê de cih digirin) di taloqkirina hilbijartinan de, zêde dibin.”

‘TALOQKIRINA HILBIJARTINAN, METIRSIYA WINDAKIRINA EBAS DERENG DIXE’

Rojnameya El-Ereb jî behsa taloqkirina hilbijartinên Filistînê kir û got: “Serokê Filistînê Mehmûd Ebas biryara Îsraîlê ya redkirina dengdanê li Qudsê, ji bo betalkirina hilbijartinan wekî sedem dît. Çavkaniyên Filistînê got armanc ji wê yekê ew e ku Ebas di hilbijartinên zagonsaziyê de winda neke, di demekê de ku dijberên wî yên ji hundirê tevgera Fetih zêde dibin.

Rayedarên Misirê got hikumeta Filistînê plan dike ku yekemîn hilbijartinên ji beriya 15 salan ve, red bike, wekî bersiveke redkirina Îsraîlê ya dengdana li Qudsa rojhilat.

Dîplomatekî misirî û rayedarekî îstixbaratê got wan biryara ku tê payîn roja pêncşemê di civîna komên Filistînê de bê ragihandin, dîtiue.”

(cx)