Eyşe Efendî: Darizandina Demîrteş û hevalên wî şanoyeke û dadgerên wê celad in

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Eyşe Efendî got: “Li Tirkiyê tiştekî bi navê zagon nîne. Darizandina endamê HDP`ê tenê şanoyeke û dadgerên wê celad in, lehengên wê jî piştgirî dan sivîlên ku bi xeteriya qirkirinê re rû bi rû mabûn.”

Eyşe Efendî: Darizandina Demîrteş û hevalên wî şanoyeke û dadgerên wê celad in
28 nîsan, 2021   05:48
KOBANÊ-NÎHAD KERHO

Hikumeta Tirkiyê di çarçoveya tengavkirina HDP`ê de, bi tawana beşdarbûna xwepêşedanên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê yên ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê ya li hemberî DAIŞ`ê di navbera 2014 û 2015`an de, dest bi darizandina 108 endamê HDP`ê kir. Di nava wan de hevserokên berê yên HDP`ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgan Yuksek Dag jî hene.

‘LI TIRKIYÊ TIŞTEKÎ BI NAVÊ ZAGON NÎNE’

Têkildarî mijarê, hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Eyşe Efendî axivî û got: “Heta niha bi hezaran birayên me yên Kurd bêyî darizandin di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de ne. Ji ber ku tawanên pê hatine tawanbarkirin ne qanûnî ne. Ji lew ra heta niha nehatine darizandin. Ev yek li dijî qanûn û peymanên navneteweyî ye. »

Eyşe wiha domand: “Selahattîn Demîrtaş û hevalên wî tu sûc nekirine, tenê li hemberî terora li dijî Kobanê sekinîn. Hewl dan dengê sivîlên Kurd ku bi xeteriya qirkirinê re rû bi rû mabûn, ragihînin. Gelo sekna li hemberî terorê bûye sûc? Di kîjan qanûnê de ev yek derbas dibe?”

Eyşe Efendî destnîşan kir ku nakokiyeke mezin di navbera îdiayên dadgeha Tirk û tawanên li dijî endamên HDP`ê amade kirine de heye û got: “Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî fermî sînor li pêşiya wan vekir da ku derbasî Kobanê bibin û îro jî wan bi terorê tawanbar dike. Çima wê demê li pêşiya gihandina alîkariyan ji sivîlan re nebû asteng?”

Eyşe wiha li axaftina xwe zêde kir: “Îro me ferq kir ku vekirina sînoran wê demê lîstokek dewleta Tirk bû. Ew yek ji aliyê dewleta Tirk ve plankirî bû û ne ji bo berjewendiya Kurdan bû. Piştî têkbirina DAIŞ`ê, dewleta Tirk bi rêya girtina Demîrtaş û hevalên wî xwest tola DAIŞ`ê hilîne.”

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Eyşe Efendî daxuyand ku li Tirkiyê tiştekî bi navê zagon tune ye, bi hezaran mîna Demîrtaş di girtîgehan de bê hinceteke qanûnî û bê darizandin hatine girtin û wiha pê de çû: “Ev yek îsbat dike ku saziyên ewlehiyê yên Tirkiyê nikarin tawanan li wan îsbat bikin. Bêdengiya navneteweyî jî sûcên dewleta Tirk ên li dijî mafên mirovan rewa dike. Ruxmî ku Yekitiya Ewropayê (YE) têkildarî mijarê daxuyaniyên şermok dan.”

Eyşe diyar kir ku ne ji alîkariya Demîrtaş û hevalên wî bûya, dibe ku wê demê sivîlên Kobanê bi rastî hatibana qirkirin û ev yek li gotinên xwe zêde kir: “Ew niha di zîndanan de ne. Em ji wan re dibêjin, hemû xelkê Kobanê bi we re ye. Em amade ne her tiştî ji bo wan pêşkêş bikin çi madî çi jî manewî dibe. Ji bo piştgiriya wan em ê dakevin qadan. Ew şoreşger in û piştgiriya şoreşa me ya mirovahiyê kirin. Alîkariya me kirin û edalet pêk anîn.”

 ‘BI DARIZANDINA DEMÎRTAŞ Û HEVALÊN WÎ, DÎROK XWE DUBARE DIKE’

Eyşe Efendî îşaret pê kir ku dîrok xwe dubare dike û wiha berdewam kir: “Ji destpêka damezirandina dewleta Tirk ve, dadgeheke adil tê de nîne. Divê em şehîd Mezlûm Dogan, Kemal Pîr û Sakîna Cansiz bînin bîra xwe. Dema ku dadgehê nikarî vîna wê têk bibe, li Parisê şehîd xistin. Îro jî dadgeha Tirkiyê heman rêgezê dimeşîne û nahêle ku girtiyên siyasî nêrînên xwe bêjin.”

Eyşe Efendî bal kişand ser rewşa rêber Abdullah Ocalan û got: “Divê em rêber Abdullah Ocalan ji bîr nekin, dewleta Tirk tecrîdeke giran lê ferz dike. Hevdîtinên parêzer û malbatê lê qedexe dike. Heke qanûn hebûya, rewşa Rêbertî niha dê baş bûya û dê ne di zindaneke li deryayê de bûya.”

Eyşe teqez kir ku dewleta Tirk endamên HDP`ê digire da ku vîna wan têk bibe, lê ya diyar ew e ku ew nikare Kurdan têk bibe ji ber ku HDP`ê her dem xwe nû dike û sazûmaniyeke nû 111ava dike.

Di dawiyê de Eyşe Efendî bang li gelê Kurd li Tirkiyê kir ku dakevin qadan û xwepêşandanan li dar bixin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/GZtsvkxM3TE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>