Ehmed Şêxo: Armanca dewleta Tirk bêbandorkirina serkeftina li Garê ye

Ehmed Şêxo got, armanc ji êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, jihevkirina parçeyên Kurdistanê ye, da ku bi hêsanî Mûsil û Kerkûkê kontrolê bikin, di heman demê de bêbanorkirina serkeftina li Garê ye.

Ehmed Şêxo: Armanca dewleta Tirk bêbandorkirina serkeftina li Garê ye
27 nîsan, 2021   23:34
KOBANÊ-NÎHAD KERHO

Artêşa Tirk a dagirker ji beriya çend rojan ve êrişên dagirkirinê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê da destpêkirin, da ku  pê re jî herêma Şengalê dagir bike û bi hêsanî parçeyên ji erda Iraqê jî kontrol bike. Li hemberî van sûcan hikumeta navendî ya Iraqê bê deng e.

Der barê vê mijarê de endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demorkatîk (PYD) ya herêma Firatê Ehmed Şêxo re ji ANHA'yê re axivî.  Ehmed Şêxo got: "Piştî ku dewleta Tirk a dagirker li herêma Garê bi bin ket, hem di aliyê hundirîn de û hem jî di aliyê derve de di qonaxeke dijwar re derbas dibe, li aliyekî din jî zehmetiyên krîza aborî dikişîne, ji ber vê yekê ji bo ku binketina xwe ya li Garê bê bandor bike, êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir. "

Ehmed Şêxo destnîşan kir ku binketina dewleta Tirk a dagirker a li Garê derbeyeke siyasî, leşkerî û aborî ya li hundir û derve ye ji dewleta Tirk re bû, hişt ku parlamantoya tirkî hesab ji aliyên leşkerî bixwaze ku sedema binketina li Garê zelal bike,  ji ber ku soz dabûn gelê tirkî ku ew ê li wir serkeftinê pêk bînin.

Ehmed Şêxo destnîşan kir ku armanca êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi awayekî eşkere û bi erêkirina navneteweyî jinûve jihevxistina parçeyên Kurdistanê ye û got: "Her wiha da ku herêmên Mûsil û Kerkûkê dagir bike. Lê devera ku li pêşiya planên wê dibe asteng; herêma Şengalê ye, ger xwe bigihîne Şengalê jî divê destpêkê Herêmên Parastina Medyayê dagir bike."

ꞌÊRIŞÊN LI DIJÎ HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ NE TESEDUF E, LÊ NAMEYA JI GELÊ KURD RE YEꞌ

Ehemed Şêxo bi domdarî got: "Dewleta Tirk a dagirker komkujiyên ku pêk anîne; ji komkujiya Ermenan bigire û heta bi komkujiya Dêrsimê û Şêx Seîd wekî serbilindahiyekê dibîne, dema pêkanîna êrişên li dijî herêmê bi dema pêkanîna wan komkujiyan ve girê dide, da ku rewabûna xelîfeta xwe ji desthilata Osmanî ya xwediya komkujiyan re ragihîne."

Şêxo di berdewamiya gotina xwe de got:"Dîroka dewleta Tirk a li hemberî Kurdan eşkere ye û siyaseta wê jî diyar e, êdî armancên wê eşkere ye ku ew jî; li her derê Kurdan têk bibe, îdeolojiya wê li ser vê bingehê hatiye avakirin têk bibe, ji lew re êrişên hovane yên li dijî herêmên Başûr û Rojava encamên vê îdeolojiyê ye."

Ehmed Şêxo ev xal li gotina xwe zêde kirin:"Êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê di roja salvegera komkujiya Ermenan de pêk hat ku dewleta Osamîn beriya sed salan pêk anîbû, her wiha di roja pêkanîna komkujiya li dijî Qereçoxê pêk hat. Dewleta dagirker bi vê yekê dixwaze nameyekê bide gelê Kurd û gelê herêmê ku siyaseta bapîrên xwe berdewam dike."

ꞌBÊDENGIYA NAVNETEWEYÎ ERÊKIRINA LI SER GUHARTINA NEXŞEYA HERÊMÊ YEꞌ

Endamê Desteya Rêveber a PYD`ê  ya Herêma Firatê Ehmed Şêxo diyar kir ku bêdengiya navneteweyî ku hesab ji dewleta Tirk a dagirker nexwestiye, hişt ku hîn zêdetir li herêmê zêdegaviyan biavêje û wiha pê de çû: "Da ku terorê li parçeyên ku dagir kirine belav bike; çeteyan vediguhêze derve. Heta niha rêxistinên hiqûqîû mirovî ku erka parastina gelên aştîxwaz dikeve ser milên wan tu helwestên cidî nedane,  ji lew re bêdengiya wê tê wateya erêkirina li ser kiryarên dewleta Tirk a dagirker.

Şêxo da zanîn ku li dijî gelê herêmê, di serî de gelê Kurd ku di nava çar dewletan de hatiye parçekirin, kiryarên derexlaqî têne kirin û got: "Civaka navneteweyî derfetên dide  dewleta Tirk ku xakê dagir bike, ev jî di Şoreşa Rojava, bûyerên ku li herêmê rû dan, parçekirina dewleta Tirk a dagirker ji çend parçeyên ji xakê û koçberkirina bi sed hezaran ji şêniyên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî diyar dibe.

ꞌÊRIŞÊN LI DIJÎ HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ GIRÊDAYÎ QAMIŞLO YEꞌ

Ehemed Şêxo bal kişand ser rola hikumeta Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê û got: "Roleke mezin dikeve ser milên hikumeta Iraqê ku wekî cîranekê bi erka xwe ranabe û parastina xaka xwe ji êrişên Tirkiyê nake. Her wiha ev yek ji bo partiyên siyasî û hikumeta Başûrê Kurdistanê jî derbasdar e, ji lew re divê li hemberî van êrişan rolekê bilîze û êrişan rawestîne, her wiha divê gelê Kurd ê li wir jî helwestekê bide û li hemberî êrişên ku birayên wan ên Kurd li Herêmên Parastinê yên Medyayê pê re rû bi rû dimînin, bê deng nemînin."

Ehmed Şêxo da wiha dawî li gotinên xwe anî: "Divê em bûyerên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin  ji bîr nekin, hevkarî di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de heye, ev jî di qutkirina ava Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve, girtina deriyên sînor ji aliyê dewleta Tirk ve  û derxistina fitneyan ji aliyê Dîfaa El-Wetenî vee û ragihandina şer li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de diyar dibin."

(eh)

ANHA