Berwarî: Komkujiya Ermenan nas kirin û jenosayda Kurdan erê kirin

Dr. Kamûran Berwarî derbarê erêkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker di 106`emîn salvegera komujiya Ermenan de ji aliyê Amerîkayê ve got: “Ger rêveberiya Biden bikeve heman şaşitiyên George W. Bush, Barack Obama, Donald Trump wê di nav Amerîkayê bi xwe de jî opozîsyonek çê bibe.”

Berwarî: Komkujiya Ermenan nas kirin û jenosayda Kurdan erê kirin
28 nîsan, 2021   03:59
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Cîgirê Serokê Akademiya Siyaset û Fikirê Demokratîk a Başûrê Kurdistanê Dr. Kamûran Berwarî ji ANHA`yê re mijarên di rojeva gelê Kurd û Kurdistanê de, wekî êrişên dawî yên dewleta Tirk a dagirker a li dijî qadên gerîla û komploya li dijî Şengalê, nirxand.

'ARMANC DAGIRKIRINA KURDISTANÊ YE'

Dr. Kamûran Berwarî anî ziman ku di êrişên dewleta Tirk a dagirker de encama konsept û planeke giştî ya li ser Kurd û Kurdistanê ye û got: “Armanca wê ya herêmî, cîhanî û navxweyî ew e ku Kurdistanê cardin ji serî heya binî ve dagir bikin. Kurdên azad û têkoşer nemînin, destkeftiyên gelê Kurd têk bibin û tiştek bi navê kurdiyatiyê nehêlin. Dijmin û dagirkerên Kurdistanê, dewletên komploger ên ku di komploya sala 1999`an de amade bûn li ser vê heman fikir in. Hevdîtina serokê Amerîkayê Joe Biden bi rêya telefonê bi Erdogan re, hevdîtina Wezîrê Derve yê Amerîkayê bi hêzên Başûr re, ragihandina Amerîkayê ji bo girtina 3 pêşengên Kurd, êrişên li ser Şengalê, yên li Qamişloyê, erêkirina dagirkirina dewleta Tirk ji Rojhilata Navîn,  bakurê Afrîkayê, dewletên Balkan, Rûsya û gelek welatên din, hemû ji valatiyekê çê nabin. Ev hemû hatine plankirin. Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) wek astengiyekê li pêşiya pêkanîna wan planan dibînin. Ji ber PKK`ê Kurdistaneke azad û rizgar dixwaze.”  

`DESTPÊK ŞENGAL, PAŞÊ BAŞÛR E`

Di çarçoveya peymana dagirkirina Şengalê ya navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û hikumeta Iraqê de, hêzên iraqî xwestin derbasî gundên Şengalê bibin. Lê belê rastî berxwedana gelê Şengalê hatin. Li gorî Berwarî di planên dagirkeran de yekem Şengal paşê jî Başûrê Kurdistanê heye. Berwarî wiha nirxandin berdewam kir: “Plana wan a yekem êrişên li ser Şengalê paşê Başûr e. Ew hêzên ku bi Enqereyê ve girêdayî cihên wekî Şengal, Rojava û Başûrê Kurdistanê dixwazin statûya kurdî ya heyî teslîmî dagirkeran bikin. Ev hêzên girêdayî dagirkeran naxwazin yekitiya Kurdistanê çê bibin. Hêzên Başûrê Kurdistanê bila aqilê xwe komî ser hev bikin ku dijmin û dagirkerên Kurdistanê bi tu awayî û tu carî piştêvanî û alikariya wan nakin. Kesên xiyanetê dikin wê bibin qurbaniyên xiyaneta xwe.”

`KOMKUJIYA ERMENAN NASKIRIN LÊ JENOSAYDA KURDAN ERÊ KIRIN`

Piştî hevdîtina joe Biden bi Erdogan re bi rêya telefonê, êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê dest pê kirin, ev yek netesadûf e û pirsa gelo Amerîkayê van êrişan erêkiriye derdixe pêş. Der barê nêzîkatiyên Amerîkayê Berwarî dibejê: “Em hêvîdarin ku Joe Biden dîrok û navê xwe li hember mirovên azadîxwaz, şoreşger û gelê azadîxwaz wekî gelê Kurd reş neke. Rêveberiya Amerîkayê ya nû nekeve planên dagirkera dewlata Tirk. Bi tu awayî nêzîkatiyên rêveberiya Amerîkayê û dewletên din nayê qebûlkirin ku ji aliyekê ve komkujiya Ermenan jenosayd binasîne û ji aliyê din ve jî pêkanîna jenosayteke mezintir li ser neteweyê Kurd erê bike. Jenosayda Ermenan tawaneke di sitûyê dewleta Tirk û mirovatiyê de ye. Ger mirovahî li Ermenan nebe xwedî ew tawanbareke mezin. Niha gelê Kurd jî di sengera Ermenan de ye. Pêwîst e em yekitiya siyasî, dîplomasî di navbera Ermenan, Kurdan, Yewananistan û gelê din yên ku zerer ji dewleta Osmanî dîtine çê bikin.”

Berwarî wiha domand: “Ger Rêveberiya Biden bikeve heman şaşitiyên George W. Bush, Barack Obama, Donald Trump dê li Amerîkayê bi xwe jî opozîsyonek çê bibe. Amerîka divê li pişt Kurdistaneke rizgar û statûyeke demokratîk a li çar perçeyên Kurdistanê be. Ne pêkane ku êdî Kurd bi vî awayî bijîn.”

`DIVÊ PENTAGON Û NATO HIŞYARÎ BIDIN ÊRIŞAN`

Berwarî bal kişand ser bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê û hikumeta Iraqê ku wekî kerasetekî mezin pênase kir û got: “Ger partiyên li Başûrê Kurdistanê helwestên xwe diyar nekin ev tê wateya ku li ser xeta xiyanetê ne. Dewleta Tirk tu carî bê Amerîkayê êriş nekiriye û nake ku  bostek axa welatekî din dagir bike yan jî êriş bike.  Ji erkên Pentagon û NATO`yê ye ku hişyarî bidin dewleta Tirk û divê Tirk nikaribin bi çekên wan qirkirinekê li ser gelê Kurd bikin. Dewleta Tirk ji bo tinekirina Kurdan êriş dike. Tişta li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî jî derketî holê, berçav e. Dewleta Tirk  di navbera Bakur – Başûr û Iraq- Tikriyê de tu sînor nehiştiye. Ji ber wê ji gelê Kurd tê xwestin ku di sengera Îmraliyê, Qendîl û gerîla de bin. Tu sengereke din nemaye ku deskeftiyên Kurdan û Kurdistanê biparêzin.”

Berwerî wiha domand: “Ger hêzên çekdar ên li Başûr li dijî vê dagirkeriyê helwest nîşan nedan, weke encam dê şoreşekê çekdarî li seranserî Başûrê Kurdistanê dest pê bike. Êdî hikumeta Başûrê Kurdistanê wekî deshilatdaran ber piyan here.”

 `BI DAXUYANIYA AMERIKAYÊ RE HEMÛ KURD TÊN HEDEFGIRTIN`

Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê derbarê 3 pêşengên PKK`ê de daxuyaniyek da bû. Berwarî vê daxuyaniyê wekî hedefgirtina hemû Kurdan şîrove kir û got: “Ev daxuyanî tê wateya ku erêkirina kuştina her Kurdekî li cîhanê. Ji ber her 3 pêşengên gelê Kurd ji bo Kurd, Kurdistanê, aşitî, azadî, demokrasiyê tê dikoşin. Cihên van pêşengan diyar e; di dilê gelê Kurd e ye. Erêkirina kuştina 3 pêşengên PKK`ê ku bi tu awayî zirar negîhandiya Amerîkayê û siyaseta NATO`yê, ew biryar erêkirina kuştina mirovatiyê ye.”

ANHA