Şêniyên Şêrawayê berxwedana gerîlayan silav kir

Bi sedan şêniyên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê meşiyan û berxwedana gerîlayan silav kir.

Şêniyên Şêrawayê berxwedana gerîlayan silav kir
Şêniyên Şêrawayê berxwedana gerîlayan silav kir
Şêniyên Şêrawayê berxwedana gerîlayan silav kir
Şêniyên Şêrawayê berxwedana gerîlayan silav kir
27 nîsan, 2021   15:42
ŞEHBA

Bi diruşma "Bi rihê berxwedana Garê, em ê dagirkeriya Tirk têk bibin, Garê ji bîr nekin", Meclisa Navçeya Şêrawa û Kongreya Star a Herêma Efrînê meşek ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li dar xist.

Meşa ku bi sedan şênî tev lê bûbûn, ji rêya di navbera bajarokê Dêr Cemal û gundê Ziyara yên Şêrawayê de dest pê kir. Şêniyan wêneyên rêber Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê û pankartên "Na ji dagirkeriya Tirk re", "Çawa Garê bi ser ket, dê Zap, Avaşîn û Metînayê jî bi ser bikevin" û "Em hemû gerîla ne" hildan û diruşmeyê silavkirina berxwedana gerîla berz kirin.

Meş li gundê Ziyara rawestiya. Şêniyan ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz girtin. Ji rêveberên Kongreya Star a herêma Efrînê Gulê Mihemed axivî û wiha got: "Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê berdewama komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan e. Dewleta Tirk bi rêya van êrişan dixwaze krîza xwe ya hundir derxîne derve. Lê mîna ku çawa li Garê û Heftanînê derbên giran xwar, dê li Zap, Avaşîn û Metînayê heman derbeyê bixwe."

Gulê Mihemed diyar kir ku şêniyên herêma Efrînê piştgiriya berxwedana gerîlayan dikin.

Mîtîng bi berzkirina diruşmeyên silavkirina berxwedana gerîla û şermezarkirina dewleta Tirk bi dawî bû.

ANHA