Êrişên dewleta Tirk li Şamê hatin şermezarkirin

Kurdên li taxa Zorava ya Şamê dimînin, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.

Êrişên dewleta Tirk li Şamê hatin şermezarkirin
27 nîsan, 2021   14:47
ŞAM

Bi dehan kurdên li taxa Zorava ya paytexta Sûriyê Şamê dimînin, ji bo balê bikişînin li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê kom bûn.

Meclisa taxê têkildarî mijarê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişên li ser Zap, Avaşîn û Çiyayê Kurdistanê binkeftina xwe ya li Garê veşêre û wiha hate gotin: "24'ê Nîsanê di salvegera komkujiya li dijî ermeniyan de û 25 Nîsanê salvegera êrişa hovane ya li ser Qereçoxê eşkere dide diyarkirin ku dewleta Tirk hewl dide serdama pîşeyên xwe yên osmanî zindî bike û kurdan qir bike. Ev êriş li pêşiya çavê tevahî civaka navneteweyî têne kirin."

ANHA