​​​​​​​'Armanca şehîdxistina Hayis El-Ciriyan derxistina fitneyan e'

Serokê Daîreya Fitweyan a Şedadê Ehmed El-Esad got: "Armanca qetilkirina rûspî Hayis El-Ciriyan derxistina fitneyan di navbera gelê heman bajarî de ye."

​​​​​​​'Armanca şehîdxistina Hayis El-Ciriyan derxistina fitneyan e'
27 nîsan, 2021   00:40
HESEKÊ-BASIM EL-DEXÎL

Ehmed El-Esad di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji malbata şehîd Hayis El-Ciriyan re xwest û got: "Şehîd Hayis El-Ciriyan ji bo aştiyê û rawestandina fitneyê canê xwe fada kir. Piştî ku ji civîna têkildarî agirbesta li Qamişloyê û rawestandina xwînê derket, li pêşiya mala xwe ji aliyê çeteyên Dîfaa El-Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê ve hate şehîdxistin."

ꞌHEWL DAN A FITNEYAN GUR BIKINꞌ

El-Esad da zanîn ku bi hewldana gurkirina fîtneyê di navbera şêniyên herêmê de Hayis E-Ciriyan hate qetilkirin, di heman demê de ji bo ku krîz gurtir bibe û di encamê de ajandeyên destwerdêrên derve û hundir ên li herêmê pêk werin.

ꞌYEKITIYA XWE AVA BIKINꞌ

Serokê Daîreya Fitweyan a Şedadê Ehmed El-Esad  bang li şêniyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê ji Ereb, Kurd, Suryan û Çerkesan kir û got: "Li pey fitneyên ku gelek ajandeyên çavên wan li herêmê ye hewldana pêkanîna wan dikin, neçin, ji ber ku dixwazin gendeliyê belav bikin û mezhebperestiyê gur bikin, di encamê de vîna gelê herêmê têk bibin û bi hêsanî serwer bikin."

Ehmed El-Esad îşaret pê kir ku divê bi rêya yekitiyê û sekna li dijî her kesên ku dixwazin xerabî û wêraniyê bikin, nexasim di vê meha pîroz de ew dûrî fitneyan bikevin.

El-Esad spasiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên leşkerî kir  ku ewlehî û aramiyê misoger dikin û parastina aştiya şêniyên herêmê dikin.

Çeteyên bi navê Dîfaa El-Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê şeva 20`ê Nîsanê  êrişî bendeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li çerxerêya El-Wihdê ya li bajarê Qamişlo kir û di encamê de endamekî hêzê gihaşt asta şehadetê.

Dema Hêzên Ewlekariya Hundirîn bersiva êrişan da, şerekî dijwar rû da. Rûspiyên eşîrên ereban ji bo rawestandina şer mudaxele kirin û rûspî Hayis El-Ciriyan wekî navbeynkar hate erkedarkirin.

Di 23`yê Nîsanê de dema Hayis El-Ciriyan ji civîna di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û eşîran de derket, ji aliyê sekvanekî çeteyên Dîfaa El-Wetenî ve li pêşiya mala wî ya li bakurê rojhilata nexweşxaneya El-Wetenî ya Qamişlo ku di bin kontrola çeteyan de ye hate şehîdxistin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/KkLoMihTJ3s" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>