Li Girê Şehîd Mûnzûr çalakiya gerîla: Leşkerekî Tirk hate kuştin

Gerîlayên HPG/YJA Starê li Girê Mûnzûr ê Zapê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xist, di encamê de leşkerekî Tirk hate kuştin.

 Li Girê Şehîd Mûnzûr çalakiya gerîla: Leşkerekî Tirk hate kuştin
26 nîsan, 2021   18:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerîlayên HPG/YJA Star li dijî êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê berxwedan û çalakiya xwe didomînin.

Li gorî ANF'ê, gerîlayan li Girê Şehîd Mûnzûr ê Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê îro çalakiyek li dar xist, di vê çalakiyê de leşkerekî Tirk hate kuştin.