Şêniyên taxa Teyî: Em spasiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn dikin

Hêzên taxa Teyî kêfxweşiya xwe bi vegera li malên xwe anî ziman û spasiya Hêzên Ewleakriya Hundirîn kir ku ewlehiiya wan diparêzin.

Şêniyên taxa Teyî: Em spasiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn dikin
26 nîsan, 2021   14:10
QAMIŞLO

Piştî ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn, çeteyên Dîfaa El-Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê ji taxê bi der xistin, bi dehan malbatên taxa Teyî vegerîn malên xwe.

Şeva berê Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyaniyek da, tê de ragihandibû ku wan bi garantiya QSD’ê û polîsên leşkerî yên Rûsyayê agirbesteke mayînde îmze kiriye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi rêya daxuyaniyê bang li şêniyên ku dixwazin vegerin malbat kir.

/ar/uploads/files/2021/04/26/122621_dsc_0179.webp

Kamîreya ajansa me dema derbasbûna şêniyên ji taxê re bi alîkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, da ku garantiya aştî û vegera wan dabîn bike, şopand.

Piştî derbasbûna 5 rojan ji derketina ji malên xwe, îro vegerîn û spasiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir.

/ar/uploads/files/2021/04/26/122632_dsc_0206.webp

Hin şêniyan ku ji ber ku xizmên wan li herêmê çeteyên Dîfaa El-Wetenî hene, nexwest navên xwe eşkere bikin, piştî vegera ewle li malên xwe kêfxweşiya xwe anîn ziman.

Hin şêniyan jî wiha got: "Hin çeteyên Dîfaa El-Wetenî bi me re axivîn û gotin malên hatine hilweşandin û ji hêla Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatine talankirin. Lê dema em derbas malên xwe bûn, her tiştê ku me hiştiyê wek berê maye û tiştekî bi malê de nehatiye."

Li aliyekî din jî hin şêniyan malên xwe şopandin û hin malbatên ku hîna jî li derveyî taxê ne agahdar kir ku ew bi hebûna Hêzên Ewlekariya Hundirîn di ewlehiyê de ye, li malên xwe û ew jî dikarin vegerin malên xwe.

 (fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/X0ejkBy38D8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>