Eşîrên Tebqayê soza tolhildanê ji bo şehîd Hayis El-Ciriyan da

Şêx û rûspiyên eşîrên herêma Tebqayê soza tohildanê ji bo şehîd Hayis El-Ciriyan da û got, li hemberî hewldanên derxistina fitneyan ew piştgiriya Rêveberiya Xweser û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ikin.

Eşîrên Tebqayê soza tolhildanê ji bo şehîd Hayis El-Ciriyan da
26 nîsan, 2021   14:09
TEBQA

Şêx û rûspiyên eşîrên Tebqayê bi daxuyaniyekê qetilkirina şêx Hayis El-Ciriyan û sûcên çeteyên Dîfaa El-Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê d şermezar kirin.

Şêxê eşîra El-Welde, Hamid El-Ferec daxuyanî xwened  û got: "Di encamên hevgirtina tevahî pêkhateyên herêmê de, serkeftin û destkeftiyên mezin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin bidestxistin, hêzên tarî hatin têkbirin û herêmê ji qirêjiya teroro hatin rizgarkirin. Ev serekftin û destkeftî ji bo hêzên paşverû yên destpotî metirsiyeke mezin çêkir. Nemaze piştî ku projeya neteweya demokratîk hate pêşkêşkirin, ev hêzan komplotevlihevî û alozî bi der xistin, da ku vê projeya pêşketî û mirovî ya ku bûye armanca pîroz a tevahî Sûriyê û Rojhilata Navîn, têk bibin."

Ji lew re wan rejîmên herêmî û navneteweyî mîna dewleta Tirk û Îranê êrişî tevahî destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Lê belê di encama binketin û bêçarebûna wan a li hember hilweşandina vê projeya gewre, dest bi pêkanîna siyaseta alozî û derxistina fîtneyê di navbera pêkhateyên herêmê de kirin, da ku ev rêbaz û kiriyaya mayî li gorî wan  bibe sedema hilweşandina têkiliyên biratiyê yên di navbera pêkhateyên herêmê de."

El-Ferec qetilkirina şêx Hayis El-Ciriyan  şermezar kir wiha gotina xwe berdewam kir. "Sûca ku çeteyên Dîfaa El-Wetenî li Qamişlo kiriye û tirs xistiye dilê şêniyên li taxa Teyî û provokatorkirina derexlaqî û derxistina fîtneyan di navbera pêkhateyên herêmê de, nîşaneya mezin a hilweşîna rejîmên destpot in ku dê gelê me yê têkoşer biavêje çopa dîrokê."

 

El-Ferec da zanîn ku ew metoda ku dê Sûriyeke demokratîk a nenavedî ya bi hemû pêkhate û erdnîgariya xwe ava bike, dişopînin heta ku bigihîne projeya mezin a neteweya demokratîk.

 

El- Ferec got ew soz didin şehîd Hayis El-Ciriyan û malbata wî ku keda wî badilhewa naçe û dê armancên şehîdan a pêkanîna ewlehî û aramiyê ji ggelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re pêk bînin.

El-Ferec di dawiya daxuyanyê de wiha got: "Alozî û tevliheviya ku alavên hikumeta Şamê û çeteyên wê pêk tînin, israra me ya rêya rizgariya xak û mirovahiyê ji tevahî qirêjiyên zulm û destpotiyê heta gihandina azadî û rûmetê xurt dikin û em piştgiriya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD’ê dikin."

(fr)

ANHA