Şêniyên Tirbespiyê û Çilaxa berxwedana gerîlayan silav kir

Dayikan gerîlayan û şêniyên navçeyên Tirbespiyê û Çilaxa piştgiriya xwe ji berxwedana gerîla ya li dijî artêşa Tirk nîşan da û  da zanîn ku çawa dagirker li Heftanîn û Garê bi bin ket dê careke din bi bin bikeve.

Şêniyên Tirbespiyê û Çilaxa berxwedana gerîlayan silav kir
Şêniyên Tirbespiyê û Çilaxa berxwedana gerîlayan silav kir
Şêniyên Tirbespiyê û Çilaxa berxwedana gerîlayan silav kir
Şêniyên Tirbespiyê û Çilaxa berxwedana gerîlayan silav kir
Şêniyên Tirbespiyê û Çilaxa berxwedana gerîlayan silav kir
26 nîsan, 2021   14:34
QAMIŞLO

Bi pêşengtiya dayikên gerîlayan, şêniyên navçeyên Tirbespiyê ya kantona Qamişlo li pêşiya navenda Kongreya Star a li rojhilatê navçeyê kom bûn û wêneyên rêber Abdullah Ocalan hildan.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/4CHt8iWwh60" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Beşdaran bi armanca şermezarkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek da. Endama Meclisa Navçeya Tirbesiyê Xaliya Eyûb daxuyanî xwend.

Di heman çarçoveyê de şêniyên navçeya Çilaxa jî daxuyaniyek li çerxerêya El-Delê da. Endama Meclisa Navçeyê Sûheyla Şemo daxuyanî xwend.

Her du daxuyaniyan de hate gotin, çawa ku artêşa Tirk a dagirker li Heftanîn û Garê bi bin ket, dê careke din bi bin bikeve û gotin: "Gerîla bi wêrekî li ber xwe didin, da ku parastina gelên xwe bikin û erdê kurdan ji dagirker rizgar bikin."

Di daxuyaniyan de berxwedana gerîlayan  hate silavkirin û hate gotin, siyasta dewleta Tirk a dagirker a li dijî gelê Kurd berdewam dike û hewl dide binketina xwe ya dawî ya li Garê veşêre.

Di dawiyê de şêniyên navçeyên Tirbespiyê û Çilaxa û dayikên gerîla soza piştgiriya ji berxwedana gerîla ya li dijî artêşa Tirk  a dagirker didin meşandin, da.

(eh)

ANHA