Kurê şehîd Hayis El-Ciriyan: Em ê rêya bavê xwe dewam bikin

Malbata şehîd Hayis El-Ciriyan tekez kir ku çeteyên Dîfaa El-Wetenî tenê nûnertiya xwe dikin û destnîşan kir ku ew ê xwestekên şehîd Hayis El-Ciriyan di xurtkirina yekitiya di navera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, pêk bînin.

Kurê şehîd Hayis El-Ciriyan: Em ê rêya bavê xwe dewam bikin
26 nîsan, 2021   08:22
QAMIŞLO

Çeteyên Dîfaa El-Wetenî gelek sûc li dijî pêkhateyên herêmê pêk anîne.

Birayê Hayis El-Ciriyan, Beyan El-Ciriyan wiha got: "Armanca çeteyên Dîfaa El-Wetenî ku nakokî her tim hebin da ku sûdê jê bigrin. Naxwazin ku gotina me ji bo çareserkirina pirsgirêkên herêmê yek be. Ji ber ew sûdê ji bûyeran digrin û ew ji bilî xwe nûnertiya tu kesî nakin."

Beyan El-Ciriyan wiha domand: "Em li dijî nakokiyên ku çêdikin û xwîna gelê Sûriyê têde rê rijandin. Em bi hemû fikir û kesên ku dixwazin çareser bikin re ne."

Beyan El-Ciriyan wiha domand: "Şehîd Hayis di nava însiyatîfa ji bo çareserkirina nakokiyên di navbera Hêzên Asayîşê û çeteyên Dîfaa El-Wetenî de bû. Hayis di civînê de got ew derfetê nade ku nakokî di navbera gelê Sûriyê de çêbibe û divê pirsgirêk bi lez were çareserkirin. Li ser vî esasî şehîd Hayis dest bi çareserkirina nakokiyan kir û însiyatîfa wî heta niha jî heye."

Her wiha kurê şehîd Hayis El-Ciriyan, Derar tekez kir ku bavê wî ji destpêka bûyeran de alîkariyan gel dikir da ku fitne li herêmê çênebe û got gelek hewldanên wî bi hemû aliyan re hebû da ku tevlîhevî û fitne çênebe û ji sibehê heta êvarê ji bo lihevhatina di navbera gel de dixebitî.

Derar di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Di demên dawîn de şer di navbera hêzên Asayîşê û çeteyên Dîfaaa El-Wetenî yên girêdayî hikûmeta Şamê de, derket. Armanca bavê min ku pirsgirêkê bidawî bike û çareseriyeke dayîm di navbera wan de bibîne da ku sivîl nebin qurbanên wê. Piştî civînê hat da ku kêfxweşiyê bide xizmên mala xwe ku pirsgirêk çareser bû, lê beriya ku bighêje malê destê îxanetê ew qetil kir."

Derar wiha domand: "Îran û Rûsya li pişt vê fitneyê ne. Ew sedema kuştina zarok û sivîlan e. Ji ber ew li ser erdê ne û dibînin ku çawa top bi ser şêniyan de dibarin bêyî ku tu tiştî bikin."

Derar wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dîfaa El-Wetenî hewl da bi rêya Îran fitneyê li herêmê derxîne û bike şerekî kurdî – erebî, lê ew di vê yekê de bi ser neket. Ji ber şêx û rûsipî hene ku dilê wan li ser vî welatî ye. Em ê jî dê rêya bavê xwe dewam bikin. Ji ber bavê min li aştiyê digeriya û nedixwest pirsgirêk derkevin."

(bx)

ANHA