Li Metînayê 3 leşker hatin kuştin û li Avaşînê jî şer giran e

Gerîlayên azadiyê Kurdsitanê derbeyek li artêşa Tirk a dagirker a li ser girê Zendûra yê Metînayê xistin. Li Avaşînê jî şer giran e.

Li Metînayê 3 leşker hatin kuştin û li Avaşînê jî şer giran e
26 nîsan, 2021   08:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên gerîla bi çalakiyan bersivê didin êrişên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Di vê çarçoveyê de, hêzên gerîla  li dijî leşkerên Tirk ên dagirker ên li ser girê Zendûra yê Metînayê çalakiyek kirin. Di encama çalakiyê de leşkerek hate kuştin.

Piştî vê çalakiyê şer dest pê kir û hate ragihandin ku 2 leşkerên dagirker hatine kuştin.

Li qada Mamreşo ya Avaşînê jî di navbera hêzên gerîla û dagirkeran de şerekî dijwar diqewime.