Êzidiyên Helebê: Dema ku xwîna me dihat rijandin artêşa Iraqê li ku derê bû?

Endamên Mala Êzidiyan a Helebê diyar kirk u hewldanên hikumeta Iraqê yên destwerdana li kar û barên êzidiyan, komployeke ku hikumeta Hewlêrê û dewleta Tirk beşdarê bûne û gotin: " Dema ku xwîna me dihat rijandin artêşa Iraqê li ku derê bû."

Êzidiyên Helebê: Dema ku xwîna me dihat rijandin artêşa Iraqê li ku derê bû?
26 nîsan, 2021   08:09
HELEB- MIHEMED EBDO

Di 20'ê Nîsanê de hêzên girêdayî artêşa Iraqê ‎hewl da ku derbasî gundê Gir Zerik ê girêdayî ‎parêzgeha Şengalê bibin, lê belê ‎şêniyên herêmê bi helwesta xwe rê li wê yekê girtin. Têkildarî mijarê,êzidiyên  bajarê Helebê da ‎zanîn ku zextên hêzên Iraqê û gefên ‎dewleta Tirk ên li dijî şêniyên Şengalê, ‎nûkirina rêze komkujiyên li dijî civaka êzidî ne ku ya herî dawîn bi destê çeteyên DAIŞ`ê bû.

‘ŞENGAL..DERGÛŞA ŞARISTANIYA KURDÎ YE’

Endama Mala Êzidiyan a bajarê Helebê ‎Newroz Alo hewldanên hikumeta Iraqê yên bicihbûna li xaka Şengalê de û hevkariya hikumeta ‎Başûrê Kurdistanê û dewleta Tirk, şermezar kir.

Newroz, Şengal bi dergûşa şaristaniya kurdî bi ‎nav kir û got ji ber wê yekê dagirker xaka Şengalê dikin armanc. Newroz wiha domand: "Wê trajediya 2014’an li dijî gelê me neyê dubarekirin, wê demê keçên me hatin revandin û zarok û mêr hatin qetilkirin. Lê niha rewş cuda ye, şêniyên Şengalê êdî xwedî Rêveberiyeke Xweser a serbixwe ya azad in."

Newroz destnîşan kir ku civaka êzidî ya Şengalê hevgirtî ye û wê nehêle ku komkujî û fermanên li dijî wan dubare bibin û dê destkeftiyên xwe biparêzin.

Hevserokê Mala Êzidiyan a Helebê Resûl ‎Mûsa jî diyar kir ku Şengal a Şengaliyan e û ‎ew ê nehêlin ku kes destê xwe dirêjî wan ‎bike. Mûsa daxuyand ku ew peymanên di navbera ‎hikumeta Iraq û dewleta Tirk de yên bi hevkariya ‎hikumeta Başûrê Kurdistanê, qebûl nakin.

Resûl Mûsa, êzidiyên Şengalê bi xwediyên axa pîroz bi nav kir û wiha domand: "Dema ‎ku bi fermaneke eşkere li pêş çavê hemû cîhanê xwîna êzidiyan dihat rijandin, hikumeta Iraqê ‎û hikumeta Başûrê Kurdistanê li ku derê bûn. Yên ku Şengal bi tenê di nava pençên DAIŞ`ê de hiştin, wê demê li ku derê bûn?”

Mûsa di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku yên ku Şengalê bi xwîna xwe diparêzin, hêjan e ku li ser xaka wê bijîn.

Hevseroka Mala Êzidiyan a Helebê Gulê Xezal jî têkildarî heman mijarê ‎wiha got: "Kesên ku şehîd dane û li ber xwe ‎dane, ew xwedanê Şengalê ne. Kesên ku di ‎‎2014'an di dema herî zehmet de bi hawara me ve nehatin, niha alîkariya wan ne pêwîst e.”

Gulê, ew hewldan bi komploya li dijî civaka ‎êzidî bi nav kir.

‏(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/zhiO54AuF28" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>