Hêzên Ewlekariya Hundirîn gelek cebilxaneyên çeteyan desteser kirin

Piştî ku taxa Teyî ya Qamişloyê ji çeteyên Dîfa El-Wetenî hate rizgarkirin, operasyona paqijkirinê li taxê dest pê kir. Di operasyonê de nasnameyên çeteyan û gelek cebilxane hatin bidestxistin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn gelek cebilxaneyên çeteyan desteser kirin
26 nîsan, 2021   08:07
QAMLO

Piştî ku di 20'ê Nîsanê de çeteyên Dîfa El-Wetenî yên hikumeta Şamê êrişî nuqteyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir, li taxa Teyî ya Qamişloyê şer derketibû.

/ar/uploads/files/2021/04/26/083705_53e0b171-a822-4e73-8d4e-bedbf6cf5972.webp

Şer heta vê sibehê dewam kir û tax ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve ji çeteyan hate rizgarkirin.

Di operasyona paqijkirinê de 2 belgeyên nasnameyê yên çeteyên Dîfa El-Wetenî, her wiha gelek çekên kalaşnîkov û cebilxane hatin desteserkirin.

ANHA