Rojnameyên erebî: Ermen mijara destpêkê ya şerê di navbera Biden û Erdogan de

Rojnameyên erebî yên îro, behsa naskirina Biden ji komkujiya Ermenan re û bandora wê, pêşeroja têkiliyan bi Tirkiyê re û aloziya Lîbyayê, kir.

Rojnameyên erebî: Ermen mijara destpêkê ya şerê di navbera Biden û Erdogan de
26 nîsan, 2021   07:57
NAVENDA NÛÇEYAN

PIŞTÎ DERBEYA ERMENAN.. DERBEYA DIN LI KUR E?

Têkildarî têkiliyên di navbera DYA û Tirkiyê de rojnameya Ukaz a Erebistana Siûdî wiha nivîsî: "Dema serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, serokê Fransayê wekî kesekî nû di siyasetê de bi nav kir û bang lê kir ku dîroka welatê xwe nas bike piştî biryara Parîsê ji bo lidarxistsina salvegera komkujiya Ermenan di serdema Osmanî de, têkiliya di navbera Enqere û Fransayê de paş de ket û bandora wê heta roja îro didome."

Di Nîsana 2016`an de Erdogan cîgirê serokê Amerîkayê yê wê demê Joe Biden di nivîsgeha xwe di koşka Sultan Ebdullhemîd de ku 80 deqe ji ser dema hevdîtinê re dereng ma, pêşwazî kir piştî hevdîtina wî ya taybet bi serokwezîr Ahmed Davutoglu ku Erdogan piştî çend mehan ji boneyê, ew qewitand.

Piştî vê hevdîtinê bi 5 salan û piştî 3 mehan ku Biden bû serok, bi hempîşeyê xwe yê Tirkiyê re axivî û wê axaftinê gelek nameyên hêrs bi xwe re anî. Koşka Spî ragihand ku Biden lê geriya da ku jêre bêje ku ewê tişta di sala 1915`an de ji aliyê dewleta Osmanî ve rastî Ermenan hat, dê weke komkujiyê û qirkirina etnîk wesif bike.

ERMENAN BÊ KÊFXWEŞÎ PÊŞWAZIYA ITÎRAFA WASHINGTONÊ BI KOMKUJIYÊ KIR

Girêdayî mijarê rojnameya El-Ereb wiha got: "Ermenên li cîhanê bê kêfxweşî pêşwaziya itîrafa Joe Biden bi komkujiya Ermenan ku roja Şemiyê ragihand, pêşwazî kir. Ermenan xemgîniya xwe eşkere kir bi taybet ku serokê DYA`yê zexteke mezintir li dijî Tirkiyê bikar neanî."

Ermenan got biryara itîrafê bi awayekî mezin girîng e, lê ya girîngtir ku biryar bibe xebatê pratîkî di siyaseta DYA`yê li beramberî Tirkiyê de.

DERXISTINA ÇETEYÊN BIYANÎ BÊYÎ ŞERT XWESTEKA HER KESÎ YE

Têkildarî rewşa Lîbyayê, rojnameya El-Beyan ev tişt got: "Derketina hemû hêzên biyanî û çeteyan ji xaka Lîbyayê, vekirina rêyên herêmên rojhilat û rojava, du mijarên ku gelê Lîbyayê tengav dike. Nexasim piştî lihevkirina siyasî çareserkirina sîstema siyasî. Ev her du mijar li ser lîsteya lêkolînê ya komîteya leşkerî ya Lîbyayê  hevbeş di civîna ku duh li bajarê Sirt ê bakurê welêt hate lidarxistin, bû."

(bx)