Loqman Ehmê: Divê dewleta Tirk a dagirker ji Başûrê Kurdistanê were derxistin

Serokê Partiya Keskan a Kurdistanê Loqman Ehmê diyar kir ku hebûna dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê dagirkerî ye û got dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze herêmên dagirkirî li Başûr berfireh bike û divê hikumeta Başûr dewleta Tirk a dagirker ku êrişî gelê Kurd dike, ji wan herêman derxe.

Loqman Ehmê: Divê dewleta Tirk a dagirker ji Başûrê Kurdistanê were derxistin
26 nîsan, 2021   07:04
NAVENDA NÛÇEYAN - ZANA DENÎZ

Artêşa Tirk a dagirker ku êrişên dagirkeriyê yên li dijî Kurdistanê zêde kirin, piştî herêmên Metîna û Avaşînê li dijî herêmên Qela Bêdewê, Şehîd Mûnzûr, Dola Nêrwe û Kinyaniş ên Zapê jî dest bi êrişa dagirkeriyê kir.

Li Metîna û herêma Avaşîn şer dewam dike û artêşa Tirk a dagirker van herêma bi tundî bombebaran dike.

Serokê Partiya Keskan a Kurdistanê Loqman Ehmê li ser dagirkeriya dewleta Tirk a li ser herêmên Metîna û Zapê ji ANHA'yê re axivî û got ev êriş bi erêkirina hêzên navneteweyî pêk hatiye û wiha got: "Divê hikumeta Başûrê Kurdistanê dewleta Tirk a dagirker ji herêmên ku dagir kirine, derxe."

'NE TESADUF E KU ÊRIŞ DI SALVEGERA KOMKUJIYA ERMANAN DE PÊK TÊ'

Loqman Ehmê diyar kir ku dewleta Tirk bi zanebûn 24’ê Nîsanê ji bo êrişê hilbijartiye. Di salvegera 106’emîn a Komkujiya Ermenan de dewleta Tirk û rejîma wê ya dîkdator armanc dike ku îro jî heman êrişa qirkirinê li dijî gelê Kurd pêk bîne û divê vê êrişê wek peyameke ku dewleta Tirk dixwaze ji gelê Kurd re bişîne, bê dîtin. Dîroka dewleta Tirk bi qirkirin û komkujiyên bi vî rengî tijî ye. Îro jî bi êrişên li ser herêmên Metîna û Zapê yên Başûrê Kurdistanê re dewleta Tirk peyamê dide ku dê êrişên xwe yên qirkirinê yên li dijî tevahiya gelê Kurd bidomîne.

Ehmê diyar kir ku li hemberî van êrişan helwesta gelê Kurd û dostên wî zelal e û got: "Li hemberî van hemû êrişan helwesta gelê Kurd a li hemberî dijminên xwe gelekî zelal e. Gelê Kurd êdî ne gelê Kurd ê berê ye. Gelê Kurd xwedî li parastina xwe ya rewa derket. Ji bo xurtkirina berxwedana xwerêveberiyê ya gelê Kurd rêbazên têkoşînê hene. Êrişên ku dewleta Tirk dixwaze li Başûr, bi taybetî li Rojhilata Navîn bike, dê bi ser nekevin."

'ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK Û ÇETEYÊN DÎFAA EL-WETENÎ JI HEV QUT NÎN IN'

Ehmê diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û êrişên çeteyên Dîfaa El-Wetenî yên li Qamişloyê pêk tên, divê ji hev qut neyên nirxandin û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk piştî êrişa li Qamisloyê êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir û armanc kir ku ji rewşê sûdê wergire û yekitî û rewşa gel ji holê rake. Dema em van hemû bûyeran bi hev ve girê bidin, em dibînin hemû rejîmên dîktator ên li dijî mafên mirovan xwedî heman rêbazên êrişê ne. Êdî ev dem ne dema komkujiyan e. Gel dê rê nede van êrişên qetlîamker."

Loqman Ehmê diyar kir ku herêma ku dewleta Tirk êrişên xwe lê dewam dike, cihê jidayikbûna mirovahiyê ye û got: "Dewleta Tirk a dagirker dê nekare van çiyayên ku mirovahî lê ji dayik bûye û yên li wir, tune bike. Çawa êriş dikin bila bikin. Yên li wê xakê dijîn dê li ser koka xwe şîn bibin û cîhanê ronî bikin.  Dawiya kesên ku dixwazin gelê Kurd û gelên din tune bikin, çi dibe bila bibe dê dewleta Tirk bi van êrişan têk biçe. Çawa ku sîstema Osmanî li vê xakê nema, Erdogan û dewleta Tirk jî dê bi van êrişan di rûpelên dîrokê de têk biçin."

'HEBÛNA DEWLETA TIRK A LI BAŞÛR DAGIRKERÎ YE'

Loqman Ehmê diyar kir ku hebûna dewleta Tirk a li Başîqa Kurdistanê dagirkerî ye û wiha axivî: "Dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze li Başûrê Kurdistanê qadên dagirkeriyê berfireh bike. Hebûna wê li herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, bandorê li tevahiya gelê herêmê dike. Mirov nikarin li wan herêman cotkariyê bikin, nikarin sewalvaniyê bikin û nahêlin bikevin herêmên dagirkirî. Hikumeta Başûr ku rê li ber dagirkirina vê axê vekir, ji vê rewşê berpirsyar bû. Cihê van êrişan ne tenê ji bo gerîla pirsgirêk e. Bûye hedefa dewleta Tirk a dagirker."

Ehmê diyar kir ku êrişa ku piştî peywendiya telefonê ya Erdogan û serokê DYA'yê Joe Biden, divê baş bê fêmkirin û got: "Amerîka tu carî li ber gelê Kurd û li pişt wan nesekinî. Ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Mimkun e ku vê êrişê erê bikin. Bi hatina Biden re em hêvîdar in dê tiştek biguhere. Lê belê nêzîkatiya xwe ya li vê mijarê, ku heta roja îro dewam kiriye, dewam dikin. Ev siyaseteke şaş e, divê Amerîka ji vê şaşiyê vegere û li hember qirkirina zarokên gelê Kurd, rola xwe bilîze. Em li dîroka DYA’yê binêrin, ji bo serxwebûnê li dijî Brîtanyayê şer kirin. Gelê Kurd ku beriya bi sedan salan bi heman têkoşînê li ber xwe da, lazim e bi şoreşa Kurdistanê re di nava piştevaniyê de be û destekê bide. Di roja îro de gelê Kurd li Rojhilata Navîn pêşengiyê ji demokrasiyê re dike û azadiya gelan diparêze.”

'KRÎZA LI ŞENGALÊ PARÇEYEKÎ DAGIRKERIYA TIRK E'

Ehmê diyar kir ku rewşa Şengalê parçeyek ji êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk e û wiha dewam kir: "Dema çeteyên DAIŞ'ê li pêş çavên cîhanê êrişî Şengalê kir, hem hêzên Iraqê hem jî hêzên PDK'ê reviyan, gelê Şengalê bi tenê hiştin. Di wê demê de şervanên HPG, YJA-Star û YPG, YPJ'ê li dijî çeteyan gelê Şengalê û tevahî gelê Kurd parastin. Li Şengalê di şerê li dijî DAIŞ'ê de bi sedan mirov kuştin. Îro jî şandina hêzên leşkerî ya hikumeta Iraqê ji bo Şengalê girêdayî êrişên dewleta Tirk e ku gefê li Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê dixwe. Armanc êrişeke tevkujiyê ya li ser gelê Kurd e. Heta niha helwesta gelê Şengalê ya li pêşberî van êrişan zelal e.”

Loqman Ehmê diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Metîna û Zapê bi konjonktura nû ya navneteweyî ve girêdayî ye û got: "Dewleta Tirk bi êrişên dagirkeriyê yên li hemberî herêmên Metîna û Zapê yên li Başûrê Kurdistanê re dixwaze di serdema nû de destê xwe xurt bike. Tirkiye dixwaze di krîza enerjiyê de parekê bi dest xwe ve bîne û ji krîzên li van herêman sûdê werdigire û ji bo xwe gaveke nû datîne. Di serdemên bi vî rengî de hêzên nû derdikevin holê. Bi şerên ku ji aliyê van hêzan ve hatine afirandin, gelan jî bi nemanê re rû bi rû dihêle. Di nava çend salên pêş de dê guhertin çêbin û hemû kesên ji van guhertinan derkevin, planên di rojeva xwe de ji nû ve eşkere dikin, li gorî vê yekê çalakiyan pêk bînin. Êrişên dewleta Tirk ên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê ji vê planê ne cuda ne. Ev plan jî li herêmê bi piştgiriya hêzên navneteweyî tê kirin. Di vê pêvajoyê de dê yekitî û hevgirtina gelan, van planan pûç bike."

Loqman Ehmê wiha lê zêde kir: "Divê rêberên gelê Kurd helwesta xwe ya li dijî êrişên dijmin ji her alî ve zelal bikin. Yên ku dibêjin ew li gel gelê Kurd in, ev êriş ji kîjan dijminî tê bila were, divê helwesta xwe zelal nîşan bidin. Di vî warî de xebatên ji bo pêkhatina kongreya neteweyî, li cihê xwe ne, lê belê divê encam jê bê girtin. Giringîya vê kongreyê her roj berdewam e. Her roja derbas dibe, êrişên li hemberî destkeftiyên gelê Kurd zêde dibin. Partî, hêz an jî siyasetmedar, çi be bila bibe divê ji bo pêkhatina kongreya neteweyî ya Kurdan rola xwe bilîzin û li hemberî van êrişan helwesta xwe zelal bikin. Heke em yekitiya neteweyî ya Kurd pêk neynin, em ê tawîzên mezin bidin dagirkeran û derfetên me dê ji dest biçin. Ji ber ku hin êrişên dagirkeriyê ji wan xakan tên kirin û divê destpêkê dewleta Tirk a dagirker ji herêmên ku baregeh lê ava kirine, bê derxistin û gelê Kurd divê li wir bijî. Gavên di vî warî de ji aliyê serokwezîrê Başûrê Kurdistanê ve hatine avêtin, girîng in. Li hemberî van hemû êrişan divê gelê Kurd li her cihî dakeve qadan û li hemberî van êrişan bi ruhê yekitiya neteweyî li dijî dagirkeran helwesta xwe nîşan bide."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/fzy0Rjrk8x8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>