Îsraîlê deryaya Xezayê girt

Piştî ku moşek ji Xezayê ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin, artêşa Îsraîlê deryaya Xezayê li masîgirên Xezayê girt.

Îsraîlê deryaya Xezayê girt
26 nîsan, 2021   07:08
 XEZA

Nûçegihanê me ji Xezayê ragihandin ku piştî ku moşek ji Xezayê ber bi bajarokên Îsraîlê ve yên li nêzî Xezayê hatin avêtin, artêşa Îsraîlê derya bi giştî li pêşiya masîgirên filîstînî girt.

Li gorî nûçegihanê me, ev yek derfeta gurkirineke şerê di navbera komên Filîstînê yên li Xezayê û artêşa Îsraîlê de zêde dike.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyeke xwe de got: “Di dawiyê dan û standinên ewlehiyê de li gel berdewamkirina avêtina moşekan ji Xezayê ve, koordînasyonê kar û barên hikumetê general Xesan Eliyan radigihîne ku qada nêçîriya deryayî ya li Xezayê ji saet 6:00`an sibehê û heta demeke ne diyar, bi temamî tê girtin.”

Berbanga vê sibê çapemeniya Îsraîlê bi bîr xist ku tîmên tenduristiyê ragihandin ku di encama reva ber bi jêrzemînan de piştî ku dengê zengilên hişyariyê hat li gel hewldana tunekirina moşekan, 2 îsraîlî birîndar bûne.

Têkildarî heman mijarê, polîsên Îsraîlê bendên ku li Bab El-Amûd a li Qudsê bi armanca tengavkirina filistîniyan danîbûn, rakirin.

Çapemeniya îsraîlê îşaret pê kir ku Îsraîl dixwaze rewşa li Qudsê aram bike, lewra bi wê armancê bendên ku danîne radike.

Ji aliyekî din ve jî, çavkaniyên filîstînî bi bîr xistin ku piştî ku Îsraîlê lidarxistina hilbijartinan li Qudsê red kir, dibe serokê Filîstînê Mehmûd Ebas di 48 saetên bê de derengxistina hilbijartinan ragihîna ku tên payîn di 22`yê Gulanê de li dar kevin.

Li gorî çavdêran, biryara derengxistina lidarxistina hilbijartinan dê bandorê li Xezayê bike û li ser asta leşkerî gengeşiya bi Îsraîlê re zêde bike.

(şx)

ANHA