Li Herêmên Parastinê yên Medyayê 2 dagirker hatin kuştin

Duh di şerê li qada Qela Bedewê ya Zapê yê li dijî dagirkeriya Tirk de, 2 leşkerên dagirker hatin kuştin.

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê 2 dagirker hatin kuştin
26 nîsan, 2021   07:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li qada Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, duh di navbera gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê û dewleta Tirk a dagirker de şer qewimî.

Li qada Qela Bedewê ya Zapê di şer de bi qasî ku hate tespîtkirin 2 leşkerên Tirk hatin kuştin.

(cx)