Malbatên şehîdan li Qereçoxê banga xurtkirina têkoşînê kir

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê şehîdên Qereçoxê bi bîr anîn û got êrişa li dijî Qereçoxê berdewama Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan û gelê Kurd bû.

Malbatên şehîdan li Qereçoxê banga xurtkirina têkoşînê kir
25 nîsan, 2021   13:03
QAMIŞLO

Balafirên dewleta Tirk di 25'ê Nîsana 2017'an de navenda Fermandariya Giştî ya YPG'ê ya li Qereçoxê bombebaran kir. Di encamê de 20 şervan şehîd bûn. Li hemberî vê êrişê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê serî hilda.

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê li Çiyayê Qereçoxê hatin ba hev û têkildarî salvegera êrişê daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir. Di daxuyaniyê de banga xurtkirina têkoşîna li dijî faşîzma Tirk û çeteyên wê heya pêkanîna aştî û ewlehiya li herêmê, hate kirin.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Narîn Ebdî daxuyanî xwend û şehîdên Qereçoxê bi bîr anîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Îro salvegera çaremîn a êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî saziyên leşkerî û çapemeniyê yên YPG'ê û YPJ'ê yên li çiyayê Qereçoxê ye, faşîzma dewleta Tirk di 25'ê Nîsanê de komkkujiyek li dijî 20 têkoşerên herêmê pêk anî."

Her wiha hate gotin ku êrişa dewleta Tirk a li ser Qereçoxê berdewama Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan û gelên herêmê ye, di heman demê de înkarkirina hebûna wan e û domandina projeya dagirkeriyê ye.

Di daxuyaniyê de bang li gel hate kirin ku li dijî faşîzma Tirk û çeteyên wê têkoşînê xurt bikin.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/l5ZRI_ZUI2E" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>