Ji bo piştgiriya gerîlayên azadiya Kurdistanê  gelê Kurd li qadan e

Bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê xwepêşandan li Heleb û Şehbayê hatin lidarxistin û saziyên navçeya Dirbêsiyê diyar kir ku lehengiya gerîlayan dê êrişên dewleta Tirk têk bibe.

Ji bo piştgiriya gerîlayên azadiya Kurdistanê  gelê Kurd li qadan e
25 nîsan, 2021   12:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin, piştgiriya xwe ji hêzên gerîla re eşkere kir û banga hevgirtina li hemberî êrişên dewleta Tirk kir.

ŞEHBA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/NYVytPysCcY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Bi bi sedan şêniyên kantona Efrîn û Şehbayê li gundê Til Sosin kom bûn. Şêniyan wêneyên şehîdan, wêneyên rêber Abdullah Ocalan û pankartên "Bi rihê berxwedana Garê em ê dagirkeriya Tirk têk bibin û Garê ji bîr nekin" hildan.

Meş ji gundê Til Sosin dest pê kir û ber bi Kampa Serdem ve çû. Meş li qada kampê veguherî mîtîngê. Di mitîngê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Hesen Birko axivî û komkujiya ku dewleta Tirk di 2017`an de li Qereçox pêk anî, bi bîr xist.

Hesen Birko got: "Çima dewleta Tirk êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike ku di demekê de îtîraf bi Komkujiya Ermenan a 1915`an bi destê dagirkeriya Osmanî hate kirin?

HELEB

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ytaV4m3837Q" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi armana şermezarkirina êrişên dewleta Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê daketin qadan.

Bi sedan şêniyên her du taxan li pêşiya hola civînan a li aliyê rojavayê taxa Şêxmeqsûd kom bûn û dest bi meşê kir. Di meşê de dirûşmên silavkirina berxwedana şervanan hatin berzkirin û wêneyên rêber Abdullah Ocalan hatin hildan. Meş li çerxerêya şehîdan a li aliyê rojhilat veguherî mitîngê.

Di mitîngê de endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Mistefa Hemo axivî û îşaret bi dema êrişa dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastina Medyayê kir. Hemo diyar kir ku êriş di salvegera Komkujiya Ermenan û komkujiya li Qereçoxê de pêk hat û armanca wê têkbirina destkefiyên Kurdan e.

Hemo tekez kir ku divê hikumeta Başûrê Kurdistanê nas bike ku ew di nava pilanên Enqereyê de ye û ew jî projeya wê ya berfirehbûnê û guhertina demografiyê ye.

Mitîng bi dirûşmên silavkirina berxwedana şervanan bi dawî bû.

DIRBÊSIYÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/xfvkXrbo-X8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Têkildarî mijarê saziyên sivîl ên navçeya Dirbêsiyê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Salim El-Salim ve hate xwendin. Bi sedan şênî û endamên saziyên sivîl beşdarî xwendina daxuyaniyê bûn. Daxuyanî li pêşiya meclisa navçeyê hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk hewl dide gelê Kurdistanê ji ser xaka wî qir bike, lê gel xwediyê ax û dozê ye û hewldanên dijminan têk çûn.

Her wiha hate destnîşankirin ku hikumeta AKP`ê ku dest bi hemleya leşkerî kiriye, ji ber ku li hember berxwedana Heftanîn û Garê û li pêş çavên hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê û Iraqê, têk çû.

Her wiha hate tekezkirin ku lehengiya gerîlayan dê hemû êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê têk bibe.

Di daxuyaniyê de bang li gel û tevgerên siyasî hate kirin ku bi rêya pêkanîna yekitiyê û parastina destkefiyan destekê bidin gerîlayan. Di dawiyê de dirûşmên silavkirina berxwedana gerîla û berxwedana rêber Abdullah Ocalan a li gireva Îmraliyê, hatin berzkirin.

(bx)

ANHA