Artêşa Tirk a dagirker li rojavayê Kobanê xendeqan dikole

Artêşa dewleta Tirk a dagirker li rojavayê Kobanê li ser sînorê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de xendeqan dikole.

Artêşa Tirk a dagirker li rojavayê Kobanê xendeqan dikole
25 nîsan, 2021   13:27
KOBANÊ

Dewleta Tirk ji 3 rojan ve li nuqteyên cuda yên nêzî gundên rojavayê Kobanê dest bi kolandina xendeqan kiriye. Artêşa Tirk bi maşîneyan xendeqan bi dirêjahiya 3 heta 4 metreyan ji bo her xendeqakê dikole.

Şêniyên gundên li ser sînor, nerazîbûn nîşanî vê yekê didin.

Şêniyê bi navê Mezlûm Reşo ji gundê Kor Elî yê rojavayê Kobanê got: "Ev bû 3 roj in artêşa Tirk li gundên Zormixar, Ziyaret û Kor Elî xendeqan dikole. "

Reşo got, dibe kolandina xendeqan ji bo bichkirina çekên giran be û diyar kir ku ji roja Yekşemê ve 5 nuqte hatin avakirin.

Reşo da zanîn ku artêşa Tirk van xendeqan dikole da ku sivîlên li wir bitirsin û ji gundê xwe derkevin û wiha domand: " Tevahî jin, mêr û ciwanên gund amade ne ku gundê xwe ji her êrişek dewleta Tirk biparêzin."

Artêşa Tirk a dagirker li beramberî navçeya Eyn Îsayê jî Îsayê baregehên leşkerî ava kirin, her wiha rojane êrişî gund û malên şêniyan dike.

 (dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/HJFD1aX3Wms" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>