Çeteyên Dîfaa El-Wetenî hêzên xwe li taxa Teyî zêde dikin

Çavkaniyên ewlehî yên meydanî ji taxa Teyî daxuyand ku çeteyên Dîfaa El-Wetenî hêzên xwe li taxa Teyî û bendên kontrolê yên li başûrê Qamişlo zêde kirine da ku qada êrişên xwe berfireh bike.

Çeteyên Dîfaa El-Wetenî hêzên xwe li taxa Teyî zêde dikin
24 nîsan, 2021   21:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên meydanî yên ji hundirê taxa Teyî, çeteyên Dîfaa El-Wetenî ji saetên destpêkê yên vê êvarê de, hêzên xwe yên leşkerî ji gundê El-Demxiya Mezin ê li başûrê rojavayê Qamişlo, li nêzî Dibistana Ebas Elawî û xezana avê ya taxa Teyî kom kirin.

Çavkaniyan gotin, çeteyên Dîfaa El-Wetenî endamên xwe yên li eniyên şer bi çek û cebilxane kirin.

Heman çavkanî eşkere kir ku çete sûdê ji agirbestê digire, da ku çeteyên xwe bi çek bikin û hejmarê zêde bikin, da ku xwe ji bo êrişa li dijî nuqteyên xwe yên li taxa Teyî, nuqteyên ewlehiyê yên li aliyê başûrê bajêr û nuqteyên ewlehiyê yên li nêzî bajarokê Girbawî (Ebû Rasên) ê başûrê rojavayê bajêr ji dest dane, amade bikin û êrişên xwe berfireh bikin.

Agirbesta li taxa Teyî şeva berê saet di 18:30’an de dest pê kir û heta îro sibehê saet 10:00’an hate dirêjkirin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn banga navbeynkariya QSD’ê û polîsên leşkerî yên Rûsyayê ya pêkanîna agirbestê, bersivandin.

(fr)

ANHA