Di salvegera êrişa li ser Qerçoxê de… baweriya gelên herêmê bi hevgirtinê xurttir e

Êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser çiyayê Qereçoxê ku 25'ê Nîsana 2017'an hatibû kirin, careke din îsbat kir ku ji bilî çiya tu dostên Kurdan tune ne, her wiha maskên hêzên navneteweyî bi taybet DYA, Ewropa û Rûsyayê eşkere kirin.

Di salvegera êrişa li ser Qerçoxê de… baweriya gelên herêmê bi hevgirtinê xurttir e
25 nîsan, 2021   06:40
NAVENDA NÛÇEYAN – MISTEFA ELO

Mirov nikare hêzên navneteweyî ji her komkujiyekê ku li dijî Kurdan pêk hatine, bê sûc bike. Hêzên navneteweyî xwe li pişt hêzên herêmê veşartin û dida xuyakirin ku destê wan di herikîna xwîna Kurdan de nîn e. Lê di rastiyê de ev hêzan ku li ser qirkirina Kurdan û gelên resen ên herêmê hatine avakirin, ji pêkanîna komkujiyan nayên cudakirin, ji ber ku bêyî erêkirin û perspektîfên navneteweyî komkujî pêk nayên.

Her çend Kurd nêzî azadî û xilasiya ji mêtingeran dibin, hêzên navneteweyî li pêş in, an Kurdan li hemberî hev sor dikin an jî dijminan li dijî wan sor dikin.

Bi gelemgerî Kurd bûn nêçîrê siyasetên cudakariyê yên ku di encamên nakokiyên mezhebî, an eşîretî de, an jî nakokiyên li ser desthilatê, an encamên fikirên demkî û tunebûna plansaziyê derketine.

Bi derketina tevgera rizgariya Kurdistanê re di dawiya sala 1978'an de, xeta dîrokê ya Kurdan cuda bû. Tevgerê roleke mezin di zanekirina Kurdan û danasîna wan bi dîrok wan, dost û dijmînin wan de lîst, her wiha maskên dijminan eşkere kirin. Helbet ev yek encamên dîrokeke tijî têkoşîn û fedakariyê ya zêdetirî 40 hezar şehîd ji her aliyên Kurdistanê, her wiha  şehîdên enternasyonalîst ji Tirkiyê bigire heta Amerîkaya Latîn e.

Ji wê demê ve êrişên li ser Kurdan xeteke gurtir girt ku bi rêbazên cuda ji pişaftin, qirkirina fîzîkî û çandî heta guhertina demografîk hatin kirin. Gelek caran gihîşt asta pêkanîna komkujiyan, şewitandina bi hezaran gundan û bikaranîna çekên kîmyewî, mîna li Helebçeyê.

Êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî Qereçoxê jî, di çarçoveya nêzîkatiyên navneteweyî ji doza kurdî re û nexasim ji Tevgera Azadiya Kurdistanê re pêk hat.

Di sala 2017'an de, hemwextî ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di çarçoveya pêngava rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ'ê de li Tebqayê bi pêş de diçû, artêşa Tirk a dagirker li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê derbên giran ji Hêzên Parasatina Gel ve dixwarin, dewleta Tirk ev êriş pêk anîn.

Di wê demê de gelên cîhanê bi gelê Kurd re hestiyar û alîgir bûn û Reqa jî paytexta xîlafetê bû ku ji aliyên şervanên QSD’ê li ber têkçûnê bû.

Lê ev li kêrî hêzên navneteweyî nehat, ji ber ku gelê Kurd ê azadîxwaz hatibû sûcdarkirin û bi rêya tawana li dijî Tevgera Rizgariya Kurdistanê ya ku parastina gelê Kurd û gelên bindest ên li Rojhilata Navîn dikir di lîsteya terorê ya cîhanê de bû.

Dema ku Koalîsyona Navneteweyî ji hêla asîmanî ve piştevaniya QSD’ê dikir, ji dewleta Tirk ve derfet vekir ku ji pişt ve derbeyê li wan hêzan bixe. Ne ji erêkirina Amerîkayê û erêkirina Rûsyayê ve bûya, dewleta Tirk nedikarî ev derbe pêk bianiya.

Xala ku Amerîka û dewleta Tirk digihîne hev, ew e ku DYA naxwaze gelê Kurd tu destkeftiyekê bi rêya projeya neteweya demokratîk bi dest bixe, lê dewleta Tirk jî hebûna xwe di tunekirina gelê Kurd de dibîne û ev jî rêgeza damezrandina komara Tirkiyê ya nû ye anku damezirandina komara komkujiyan a li dijî gelên Rojhilata Navîn ji Ermen, Suryan û Ereb e.

Êrişa li dijî Qereçoxê ne tiştekî normal an jî lihevkirineke merhelî ya di navbera hêzên hegamon û navbera dweleta Tirk de bû, lê belê parçeyeke ji stratejiya derbekirina projeya Rêveberiya Xweser an jî herî kêm neçarkirina wê ji tawîzên biêş re yan jî berdewama îşaretkirina bi derbeya dewleta Tirk bû.

Dema ew êriş bi encam nebû, hêzên hegamon kiryareke din li dijî Rêveberiya Xweser de bi kar anî. Her wiha piştî 2018’an û piştre rizgarkirina Reqayê ji DAIŞ’ê bi demeke kurt, Rûsya ji Efrînê vekişî û şêniyên wê di bin bombebarana balafirên şer ên Tirk de hişt ku ev balafir jî Amerîka dabûn dewleta Tirk.

Tenê ji bo bibîrxistinê, QSD’ê di 17’ê Cotmeha 2017’an de Reqa rizgar kir û di 20’ê heman mehê serkeftina fermî ragihand û di 16’ê heman mehê de û piştî propagandaya serxwebûnê ya di 25’ê Îlona 2017’an de PDK’ê ya bi serkêşiya Mesûd Barzanî Kerkûk radest kir. Ev yek jî rola vê malbatê ya di derbekirina destkeftiyên Kurd de li hember parastina berjewendiyên xwe yên malbatî yên teng de eşkere dike.

Di 9’ê Cotmeha 2019`an de, bi taybet di salvegera komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan û Tevgera Rizgariya Kurdistan, Amerîkayê biryar da ku ji herêmên Serêkaniyê û Girê Spî vekişe û  dûvre bi beşdariya bi hezaran çeteyan êrişên dewleta Tirk a dagirker dest pê kir û her du herêmên navborî dagir kir.

Amerîkayê hewl da ku vê biryarê bike biryareke kesayetî û wê wekî biryara şexsî ya serokê Amerîkayê yê wê demê Donald Trump diyar bike, lê hikumetên Amerîkayê yên li pey wê li  hemberî Kurdan rêbazeke cudatirî rêbaza Trump neşopand, ferqa ew bû ku Trump eşkere pêk anî û di 9`ê Cotmeha 2020`an Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi sponseriya navneteweyî bi hikumeta Iraqê re civiya û li dijî Şengalê peymanek mohr kir. Vexwendinên Amerîkayê yên ji PDK`ê re û Bexda  re dubre kir da ku peymana li dijî Şengalê pêk bînin.

Di 24`ê vê Nîsanê de piştî serokê Amerîkayê Joe Biden û hempîşeyê xwe yê tirkî Recep Teyyîp Erdogan bi hev re axivîn û Biden îtîraf bi komkujiya Ermenan a li ser destên împeratoriya Osmanî kir, dewleta Tirk êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir, bi taybet Metîna, Avaşîn û Zapê, lê diyar e ku Joe Biden maf da Erdogan ku êrişên li dijî gelê Kurd  berdewam bike. Êrişên di vê rojê de xwedî nameyeke zelal e ku ew jî siyasetên qirkirinê yên li Rojhilata Navîn û nexasim li dijî Kurdan dê berdewam bike.

Bi lêvegera li dîrokê û rêzebûyeran asta komployên navneteweyî yên li dijî Kurd û gelê herêmê diyar dibe.

Rast e gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêveberiya xwe ya xweser 3 herêm winda kirin, ku ew jî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ne, lê dîsa jî projeya neteweya demokratîk hîn jî berdewam dike û bi pêş dikeve.

Gelê herêmê baş nas kiriye ku civaka navneteweyî piştgiriya wan nake û peymana stratejîk, peymana di navbera pêkhateyên herêma olî, neteweyî de ye ji Ereb, Kurd, Suryan, Ermen û êzidiyan.

Dewleta Tirk a dagirker erdnîgariyek dagir kir, lê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li Rojhilata Navîn û cîhana erebî bi taybet dijminahiyek bi dest xist û dê temenê siyaseta xwe bide û dest bi dayîna wê kiriye jî. Rewşa dijwar a koolîsyona faşîst a di navbera AKP û MHP`ê ji ber siyaseta ku li dijî gelê herêmê dimeşîne, dest bi hilweşandinê kiriye.

ANHA