Mele Omer: Divê Başûrê Kurdistanê berpirsiyariya xwe li hember êrişên Tirkiyê pêk bîne

‎Necimedîn Mele Omer bêdengiya hikumetên Bexda û Başûrê ‎Kurdistanê der barê êrişên domdar ên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de şermezar kirin û ‎bang li hikumeta Başûrê  Kurdistanê kir ku rê li ber êrişên dewleta Tirk bigire.‎

Mele Omer: Divê Başûrê Kurdistanê berpirsiyariya xwe li hember êrişên Tirkiyê pêk bîne
25 nîsan, 2021   01:36
QAMIŞLO-LÎLAV DÎWANÎ

Artêşa Tirk a dagirker duh sibehê êrişeke hewayî û bejahî li dijî herêma Zapê ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê da destpêkirin. Beriya wê jî balafirên şer ên dewleta Tirk herêma Avaşîn a Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.

Sekretêrê Giştî yê Partiya Komunist a Kurdistanê Necimedîn Mele Omer têkildarî vê yekê wiha got: "Ji berê ve tê zanîn ku ‎dewletên xwedî zihniyeta şofînîst siyasetên li ser esasê tundî, qetil, derxistina şer û nakokiyan pêk tînin. Mîna rejîma Tirkiyê ku fikireya aştî û demokrasiyê ya ku HPG’ê girtiye, qebûl nake."

Mele Omer diyar kir ku ev ne cara yekem e ku dewleta Tirk ‎Herêmên Parastinê yên Medyayê dike armanc ku gerîlayên HPG'ê lê hene.

Der barê armanca dewleta Tirk ji êrişên li dijî Herêmên ‎Parastinê yên Medyayê de,  Mele Omer eşkere kir ku dewleta Tirk ‎hewl da bi rêyê êrişên xwe armancên xwe yên dagirkirinê ku xwe dispêre fikirê faşîst ê paşverû  pêk bîne.

Sekretêrê Giştî yê Partiya Komunist a Kurdistanê bêdengiya hikumetên Bexda û Başûrê ‎Kurdistanê der barê sûc û êrişên domdar ên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê ‎Kurdistanê de rexne kir û wiha pê de çû: "Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi erêkirina veşartî ya hikumeta Bexdayê pêk tên. Ji ber ku  hikumeta Bexdayê naxwaze Kurd maf û cihên xwe bistînin."‎

Mele Omer piştrast kir ku her çar desthilatên dagirkerên Kurdistanê li hev kirine ku dijberiya Kurd li çar ‎perçeyên Kurdistanê bikin.‎

Mecimedîn Mele Omer bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku ‎helwestekî dijberî sûc û êrişên domdar ên dewleta Tirk ên li dijî ‎Herêmên Parastinê yên Medyayê nîşan bide û wiha pê de çû: "Binpêkirinên dewleta Tirk dê bandorên neyinî di aliyê civakî, aborî û siyasî de li hikumeta ‎Başûrê Kurdistanê bike. Divê hikumeta Başûrê Kurdistanê ‎baş zanibe ku dewleta Tirk dijmin e û tu carî nabe dost. Her wiha divê erka xwe bi cih bîne û li hember êrîşên dewleta Tirk ên li ‎dijî Başûrê Kurdistanê bisekine.‎"

Sekretêrê Giştî yê Partiya Komunist a Kurdistanê Necimedîn Mele Omer di dawiya axaftina xwe de bang li hêzên kurdî ‎yên ku banga demokrasiyê dikin, ji bo aştî û bidestxistina ‎mafên xwe tê dikoşin, kir  ku bibin yek da ku dagirkerî û ‎sûcên wê têk biçin, berjewendiya gelê Kurd û doza Kurdistanê di ser berjewendiya partîtî yên teng re bigirin, her wiha bang li wan kir ku divê bûyerên li derdora wan çêdibin paşguh nekin, diyalog û danûstandinan pêk bînin û piştgiriya hêzên xwe bikin. ‎

‏(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/XagABwZkUU4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>