Şêniyên Qamişlo êrişên li ser Avaşîn şermezar kirin û banga yekitiya neteweyî kir

Şêniyên bajarê Qamişlo êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêma Avaşîn şermezar kirin û li hemberî van êrişan banga yekitiyê li gelê Kurd kir.

Şêniyên Qamişlo êrişên li ser Avaşîn şermezar kirin û banga yekitiya neteweyî kir
Şêniyên Qamişlo êrişên li ser Avaşîn şermezar kirin û banga yekitiya neteweyî kir
Şêniyên Qamişlo êrişên li ser Avaşîn şermezar kirin û banga yekitiya neteweyî kir
Şêniyên Qamişlo êrişên li ser Avaşîn şermezar kirin û banga yekitiya neteweyî kir
25 nîsan, 2021   03:36
QAMIŞLO

Artêşa Tirk a dagirker duh sibeha êrişên dagirkirinê li dijî herêma Avaşîn ya Herêmên Parastinê yên Medayayê da destpêkirin. Gerîlayên HPG û YJA Starê bersiva êrişan didin û derbên giran li dagirkeran didin.

Têkildarî mijarê welatiya bi  navê Xalîse Xelîl Hacî ya ji Qamişlo axivî û bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê ya li hemberî van êrişan şermezar kir û bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê û civaka navneteweyî kir li hemberî van êrişan  helwestekê cidî bide.

Xalîse Xelîl got: "Em bang li hemû aliyên kurdî dikin ku bibin destek û divê gelê herêmên Kurdistanê li dijî van êrişan serî hildin, da ku em bikarin van êrişan rawestînin."

Xalîse Xelîl di dawiya gotina xwe de soza şopandina rêya şehîdan da û  got:"Em ê li ber xwe bidin û heta rawestandina van êrişan, em ê çalakiyên xwe berdewam bikin."

Welatiya bi navê Fatime Elî Elî axivî û da zanîn ku êrişên dewleta Tirk ên  li dijî herêma Avaşîn bi buhaneya hebûna HPG`ê ya li herêmê ye û got, sedema êrişên domdar ên dewleta Tirk ên li ser herêmên Rojava, Başûrê Kurdistanê û Şengalê tunebûna yekitiya gelê Kurd e û ev êriş ji bo tunekirina gelê Kurd tên kirin.

Fatime Elî di berdewamiya gotina xwe de diyar kir ku ger HPG`ê ne li van herêman bana, muhtemel bû artêşa Tirk Başûrê Kurdistanê jî dagir bikira.

Welatiyê bi  navê Ebdulmecîd Hisên jî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Avaşîn şermezar kirin û ev yek li gotina xwe zêde kir:"Sedema êrişên Tirkiyê yên dubarekirî yên li dijî herêmên me ew e ku hemû herêm çi li Başûr be û çi li Rojavayê Kurdistanê be; bi hev ve girêdayî ne, ji ber vê yekê dagirkeriya Tirk bi rêya van êrişan dixwaze gelê Kurd parçe bike."

Hisên Hisên di dawiyê de diyar kir ku hikumeta Başûrê Kurdistanê ji bo berjewendiyên xwe bêdengiya xwe diparêze û got: "Divê em di nava çalakiyan de xwe bi rêxistin bikin û li dijî êrişên ku hebûna medikin armanc, bisekinin."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/o0ShCFhBf60" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>