Şêniyên Helebê şehîdên azadiyê bi bîr anîn

Bi boneya 25`ê Nîsanê Roja Şehîdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi sedan şêniyên Helebê serdana gorên şehîdan kir û mûm vêxistin.

Şêniyên Helebê şehîdên azadiyê bi bîr anîn
24 nîsan, 2021   17:54
HELEB

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro bi daxuyaniyekê 25`ê Nîsanê  Roja Şehîdan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand.

Bi vê boneyê, şêniyên Helebê bi armanca bi bîranîna şehîdên berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê serdana goristana li taxa Şiqêf kir.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê Roşîn Mûssa axivî û şehîdên êrişa hawayî ya dewleta Tirk a li ser Qereçoxê ku 25`ê Nîsana 2017`an pêk anîbû, bi bîr anîn.

Roşîn ev roj li hemû şehîdên pîroz kir û got: "Bi saya şehîdên me hemû gelê herêmê bi aramî dijî, divê em şopdarên rêya şehîdan bin û parastina herêmên ku bi saya şehîdên me hatine rizgarkirin bikin."

Paşê mûm li ser gorên şehîdan vêxistin. Merasîma bibîranîna şehîdan bi sloganên"Şehîd namirin" bi dawî bû.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/duJmj2lhjvg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>