Parlementerekî Iraqê: Hikumeta Kazimî hevkarê êrişên li Zap, Avaşîn û Metînayê ye

Parlementerê Iraqê Hesen Salim êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê şermezar kirin û got: "Hikumeta Mistefa Kazimî bi bêdengiya xwe hevkarê van êrişan e."

Parlementerekî Iraqê: Hikumeta Kazimî hevkarê êrişên li Zap, Avaşîn û Metînayê ye
24 nîsan, 2021   17:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlementerê Iraqê Hesen Salim bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Metîna, Qendîl, Avaşîn, Basyan, Zap û Garê şermezar kirin.

Parlementerê Iraqê got: "Bêdengiya hikumeta Iraqê ya li hemberî vê dagirkeriyê nîşaneya hevkariya bi Tirkan re û erêkirina van êrişan e, ger ku bi hikumeta Kazimî re plan nekiribe."

Hesen Salim di dawiya daxuyaniyê de destnîşan kir ku hikumeta Kazimî di pêkanîna erka xwe de kêmiyeke eşkere dike û got, divê bloka siyasî li hemberî hikumetê bi berpisyariya xwe rabe û ji ber vê kêmaniyê hesabê jê bixwaze, ku wekî binpêkirina serweriya Iraqê ye.

(eh)